Serhediyekî bûyî Bêrîtan

Çîroka Bêrîtan Serhet biryardariya têkoşîna bi hezkirina li welêt hatibû strandin a ji Qersê ta Elmannya, ji wir heta Heftenîn, Kerkûk û Zapê, çîrokeke ciwan û bêdawî. Şehîda Gulanê ye ku bûyî Bêrîtan û tevlî na govenda azadiyê bûyî.

Bêrîtan Serhet ku di jiyana xwe ya gerîlatiyê de di nav gelek şeran de maye, li Kerkûkê li gel hevalên xwe piştî şerê bêhempa yê li dijî DAÎŞ’ê 2016’an diçe qada Zapê. Bêrîtan ku têkoşîn û azaweriya Şehîd Bêrîtan dayî ber xwe Gulanê di çalakiyê de şerekî şayanî xwe kir û bû Bêrîtan, tevlî nav govenda azadiyê bû.

Bêrîtan Serhet 1992’an li Qersê tê dine. Malbata wê welatparêz e. Ji ber zexta zêde ya dewleta Tirk ji bêgavî koçî Elmanyayê dikin. Her dem bi hesreta welêt bû. Li gel ku sal di ser re derbas bûn jî tim xerîba jiyana Elmanya bû. Li cihekî ku xwe aidî wir nedidît, zehmetiyên jiyana wir û bêrîkirina wê, dike ku Bêrîtan bikeve nav lêgerînên dîtir. Herî pir li cem hevalan xwe xerîb nedidît. Hevaltiya wê ya li gel wan, her roj zêdetir ew nêzî raza têkoşînê dikir. Dixwaze tevlê bibe lê temenê wê biçûk e, heval qebûl nakin.

16 SALIYA XWE XEBATÊ AKTÎF, 18 SALIYA XWE GERÎLA

Bêrîtan ku bi xwînşîrîn, kelecanî û zeraqiya wê jê dihate hezkirin, ji bo ku bir aza têkoşînê fêhm bike, bêhtir berê xwe dida lêkolîn û hînbûnê. Çi dema ku bersiv ji pirsen xwe re didît, zêdetir dilsozî fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya Kurdistanê dibû. 2008’an tevlî nav xebatên li Elmanyayê dibe. 18 saliya xwe dibêje ti astengî li ber nemaye ku gavên mezin bavêje û 2010’an bere xwe dide çiyayên ku bêrî lê dikir.

HER KU DIJÎ Û FÊHM DIKIR MEYLA WÊ ZÊDETIR DIKETE SER

Hîç xwe xerîb nedidît. Êdî li wan cihan bû ku hilm lê distand. Ji jiyana yekreng a Erwopa xilas bûbû, gihabû pirengiya çiyayan. Pratîka xwe ya pêşî li Heftenînê dide. Ji ber ku li mekanê Şehîd Viyan Soran ma manewiyetek cuda pê re çêbûbû. Li gerîlayên beriya xwe difikirî, weke wan li ser rêya heman dozê bû, li heman şiverêyan dimeşiya û vê kelecaniyek cuda pê re çêdikir. Her ku fêhm dikir û dijî zêdetir meyla wê diçû ser çiyan.

DIGOT, DOÇKAYA MIN JÎ HEYE

Hevaleke wê yê têkoşînê dibeje: Piştî bi salan payizeke 2016’an li qada Zapê mi ew dît. Dema operasyonan bû. Rojeke bi keftûleft bû, ji bo ku li dijî dimin pêngavek were kirin, hazirî dihatin kirin. Piştî ku me hev hembêz kir em ji hev veqetiyan. Ji bo ku em giran asê bikin hewceyî bi haziriyan hebû. Her kes ji bo ku bigihe ser cihê xwe bi rê ket.. Şerekî giran bû, dijmin ji ber ku derbên giran dixwar ji bejahiyê nedikarî bi pêş ve biçe.

Hevalên li Şehîd Colemêrgê bersiveke xweş didan. Psîkolojiya leşkerên ku nikarîbûn bi pêş ve biçin têk çûbû. Çalakiyên sekvan û sabotajê pir karîger bûn. Bêrîtan bi hevrêyên xwe girê Merganîş zevt dikir. Dijminê ku bi bejahiyê ve nedikarî bi pêş ve biçe, giranî dida êrîşên hewayî. Bêrîtan digot,’’balafira wan hebe ya min jî doçka heye’’. Çi dema ku helîkoptêr dikete qadê Bêrîtan bi doçkayê bersiv dida, ew çend bi vîn û wêrek bû û çend mewziyên dijmin tine kiribû.

DOÇKA ASÊ MA, NE BÊRÎTAN

Rojên dawî yên Îlonê bûn. Dijmin eynî rojê dema ku çend sekvanên wan hatin kütin li ser hev obûs avêtin. Hedefa hemûyan Merganiş bû. Doçkaya Berîtan û Nalîn neşixulî. Her dever di nav toz û dûxanê de mabû, hewan bi ser qeleçan de dikeetin. Bi carekê re biyar da ku doçkayê veke. Diviya vekira, ji ber ku hevrê li rê mabûn û dijmin hîç ranediwestiya. Tam dema ku rahişte ense, obûs li kevirê li rex ketibû û her dever di nav toz û dûxanê de mabû. Bi carekê re weke ku dinya sekinîbû, ti tiş nedihate bihisttin. Nalîn a li rex bang lê dikir lê Nalîn nedibihîst. Piştre dema ku pê derxist ku pense di dest de ye doçka hate bîrê û her wiha hate bîrê ku hevrê li jêr in. Di cih de li doçkayê vegeriya. Çima asê mabû? Hewl dida ku fêhm bike. Yek bi yek piştî ku parçe vekirin û pirsgirêk dît, dîsa li hev xist û bi ser dijmin de bi kar anî. Girê ku dijmin lê bû çend deqeyan kerr bû. Hevalên li qelêç mabûn li gel her tiştî jî gihane cihên xwe. Berêvarkî ve dengê leşkerên dijmin zêdetir dibû. Bi birebirekê sixêf dikirin. Em jî aram bûn ku li cem hev bûn û lê difikirîn bê ka em ê çi bikin.

WÊ ROJÊ KES NELIVÎ

Ber bi sibehê ve dema ku tîrêjên rojê serî radikirin, sar bû, sirûşt jî diqufilî. Beriya ku roj bihile diviya keşf bihate kirin. Bêrîtan rahişte çekd û dûrbîna xwe, çavek li eraziyê gerand. Bêdengiya derdorê çirkênî bi dilê wê xistibû. Heta ber bi nîvroyê deng ji dijmin nedihat. Ezman hinekî sayî bû. Dema ku li mewziyê bû bi carekê re li pêşberî xwe reşeyek dît. Zû pê derxist ku ew reşeyê sekvanekî bû û bi îşareta li hevalên xwe yên nêz latê nehîte yê li girê pêşber destnîşan kir. Wê rojê kes neliviya.

LI STRANA BAYÊ GUHDARÎ DIKIR

Bêrîtan li gel ku li Ewropa mezin bûbû jî hîç taybetmendiyên Kurdistanê ji bîr nekiribûn. Dilê wê tije hezkirin bû û kedkar bû. Bi stranên xwe her kesî jê hez dikir. Dilnizm bû, hez dikir ku li mirovan guhdar bike. Carinan diçû ser latekî bilind. Dema ku min digot, tu çi dikî, digot, ‘’Ez li strana bayê guhdarî dikim, pelên daran jî pê re dibêjin.’’