Serê jina Ermenî ya 84 salî jê vekirin!

Serê jina Ermenî ya 84 salî jê vekirin!

Li Stenbolê jina ermenî ya 84 salî Marissa Kuçuk ku bi tena serê xwe li malê dijî bi 7 kêran hate qetilkirin û erê wê hate jêkirin.

Şevê din, li taxa Davutpaşa ya Fatiha Stenbolê, jina ermenî ya 84 salî li malê kuştî hate dîtin. Dayika 84 salî Marissa Kuçuk li malên bi 7 kêran hate qetilkirin. Dema keça wê Zadîk Kuçuk çû mal dît ku dapîra wê li malê hatiye kuştin.

Kuçuk, piştî bûyerê bang li polîsan kir û hat li cihê bûyerê lekolîn pêk anî. Polîs û dozger piştî lêkolîn kirin cenazeyê Kuçuk ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Der barê kuştina jina ermenî ku 4 zarokê wê hebû Marissa Kuçuk de lêpirsîn hate destpêkirin.