Serokwezîrê Tirk Erdogan hêj gotinên xwe yên ‘Bila sê zarokan bînin dinê’ didomîne. Erdogan di mijara şîdeta li hemberî jinan de jî îdia dike ku ‘pêngavên girîng avêtine’. Lê îstatîstîkê dema hikûmeta Erdogan, wî di derewîne.
Erdogan di Civîna Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Navnetewî ku li Otela Rîxos Grand a Enqereyê pêk hat de axivî û careke din derbarê pirsgirêkên malbatî û jinê de tabloyek “baş” xêz kir. Erdogan wiha got: “Dema em ketin ser vê rêyê me gotibû em demokratên muhafazakar in. Me malbat kirin hedefa xwe. Me malbat esasa sereke dît. Me got dayikbûn jinê mezin dike.” Ev gotinên Erdogan di serî jinên ku nebûne dayik biçûk dixîne û li hemû jinan ferz dike ku nasnameya xweser a jinê di dayikbûrê re derbas dibe. Zextên mêr yên li ser jinê bi van gotinên Erdogan jî zêdetir dibe.
Gotinên Erdogan yên der barê tundiyê re jî tu rastiya wê tune. Erdogan şîdeta her roj zêde dibe rewa dibîne û ev jî pêşî lê digire ku pirsgirêkê bibîne.
Her wiha Erdogan dîsa meha adara 2012’an de gotibû ku bi îstîsmara muxalefet û çapamenî şîdeta li ser jinê zêde dibe. Her çiqas Erdogan îdia bike û bêje me di ‘Şîdeta li hemberî jinê de pêngavên girîng avêtine jî’ bîlaçoya serdema hikûmeta wî gelek giran e. Bi vê wesîleya me ji ÎHD û saziyên din îstatîstîkên çend salan derxist holê.
2007
Di 2007’an de di lîsteya mirinên bi guman de 12 jin û 3 zarok hene. Di çarçoveya kuştinên namûsê de heman salê 36 jin, 6 zarokan jiyana xwe ji dest dam. Bi mêran re 52 kes mirin.
Jinên ku ji ber zextên mêr întîhar kir jî 65 bû. 66 jin jî di îstatîstîkên şîdeta nav malê de mirine. Her wiha 53 jin jî ji ber şîdetên cur bi cur, taciz û tecawîzê hatine qetilkirin.
Li Tirkiyeyê ewlehiya canê zarokan jî tune. 24 zarok ji ber şîdeta nav malê û 37 zarok jî di şîdeta civakê de hatin kuştin.
2008
Di mirinên bi guman de 10 jin û 3 zarok hebûn. di kuştinên namûsê de 11 jin û zarok hene. 64 jinan serî li întîharê dane. 31 jin jî di encama şîdeta nava malê de jiyana xwe ji dest dane. 22 jin ji ber tacîz tecawiz û şîdetên cur bi cur mirine. 15 hatin birîndarkirin û 22 jî rastî tecawîzê hatin.
14 zarok jî bi şîdetê li malê hatin kuştin. 14 jî li kolanan hatin qetilkirin.
2009
Di mirinên bi gunam de 11 jin û 12 zarok; di kuştinên namûsê de 25 jin û 5 zarok hatin kuştin. Li kolanê 36 ji aliyê mêran ve hatin kuştin dîsa di malê de 46 jin hatin kuştin. 34 zarok ji ber şîdeta li malê û kolanê dît jiyana xwe ji dest dan. Hat tesbît kirin ku 8 jin û 34 rastî tecawîz û tacîzê hatine.
2010
Di mirinê bi guman de 15 jin û 5 zarok hene. Li gorî tesbîtan 149 ketine hewldana întîharê. Ji vana nêvî wê întîhar kirine. 50 jin û 15 zarok ji ber şîdeta malê mirine. Di civakê de 11 jin û 6 zarok bi şîdetê hatine kuştin.
2011
Di vê salê de herî kêm 179 jin rastî tecawîzê hatine. Dîsa 60 jin ji aliyê hevser, bav û birayên xwe hatine qetilkirin. Li gorî daneyên Platforma em dê kuştinên jinan rawestînin 70 jinan întîhar kiriye û ji van 3 heb jî hatine kuştin û gotine întîhar kiriye.
2012
Dîsa Platforma em dê kuştinên jinan rawestînin li gorî daneyên wan 92 jin hatin qetilkirin û 29 jin ber hincetên veqetînê, dest berdanê û hrw din hatin kuştin.
Hêj em neketibûn sala nû di meha Kanûnê de 12 hatin kuştin. Di vê mehê de 5 jin rastî tecawîzê hatin. Ev li Antalya, îzmîr, Konya, Qeyserî, Aydin, Bursa, Erdexan, Semsur, Enqere, Tekîrdag, Edîrne û Amedê pêk hatine.
Lêkolîner Adîl Gur jî sala borî lêkolînek kiribû û ji bo tabloya giştî bê fêmkirin gelek girîgn bû. Gur di lêkolÎna xwe de baldikişîn ser xaleke girînge; Ji 4 jinên ku rastî şîdetê tên yek şîdetê vedişêre.