Saziyên jinan: Li dijî kuştina Yusra Sukaya dengê xwe bilind bikin

Saziyên jinan: Li dijî kuştina Yusra Sukaya dengê xwe bilind bikin

Buroya Aştiyê ya Jina a Cenî û Utamara daxuyaniyek dan û diyar kirin ku, li dijî qetilkirina Yusra Sukaya divê her kes dengê xwe bilind bike. Di daxuyaniye de hat diyar kirin ku, her jina ku tê qetilkirin tê wateya qetilkirina jinan û hat gotin heta ku, li dijî vê dernekevin dê mirovahî winda bike.

Di daxuyaniya Utamara û Cenî de wiha hate gotin: “Kuştina jinan didome. Me û 8’ê Adarê li pey xwe hişt. Jin ku bo ku vê pergala paşverû qebûl nake tê qetilkirin. Jin ji ber ku qirkirinê qebûl nake tên kuştin.  Yusra Sukaya ya li Duseldorfê dijî ji ber ku li dijî vê derket hat qetilkirin.”

Saziyên jinan çîroka Sukaya vegotin û diyar kirin ku, Yusra Sukaya li Gimgima Muşê hatiye dinê di temenê xwe yê biçûk te zewiciye û her tim rastî tundiyê hatiye û wiha gotin: “Ligel îşkenceya sîstematîk Sukaya ji ber astengiya malbat û derdorê dîsa bi kujerê xwe re neçar ma bijî. Yusra dayika 3 zarokan bûn.  Hevjînê wê ew fetisand. Yusra ligel ku her tim serî li radeyaran dida tu tiştek ji bo ewlehiya wê nehat kirin.

DÊ TEVLI MEŞA PARÎSÊ BIBÛYA

Di daxuyaniyê dehate diyar kirin ku, dema amadekariya meşa 9’ê Adarê ya Parîsê dihat kirin, Mehmet Sukaya hevjîna xwe kuştiye û hate gotin ku, ev kuştin bi plankirî pêk  hatiye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Yusra ji bo meşa 8’ê Adarê ya Parîsê bîlet girtibû.  Lê di 8’ê Adarê hat qetilkirin.  Ev jî tê vê wateyê kuştin bi plankirî pêk hatiye. Tê gotin ku Mehmet Sukaya di mizgeftan de meletiyê dike.  lê îslam kuştinê  rewa nabîne. “

BILA HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE

Di dawiya daxuyaniyê hate diyar kirin ku, divê li dijî kuştina Yusra Sukaya tu kes bê deng nemîne û di serî de jin li dijî vê qetilkirinê dengê xwe bilind bike.