Saziyên Jinên Kurd ên li Ewropayê, der barê hovîtiya li gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin de daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku çawa jinên YPJ'yî barbariya DAIŞ'ê hilweşandin, jin wê hovîtiya zîhniyet AKP'ê jî têk bibin.
Saziyên Jinên Kurd ên li Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Zîhniyeta AKP-DAIŞ'ê ku rûyê herî hov ê jinan qetil dike ye, mejiyê serdestiya mêr e."
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Nûnertiya Jinên Kurd a Navneteweyî, Buroya Aşitıyê ya Jinên Kurd (CENÎ), Navenda Jivana Jinê UMATARA, Weqfa Jinên Azad a Cîhanê, Roj Women û meclîsên jinên Kurd ên li Ewropayê daxuyaniyeke hevpar weşandin û qetilkirina gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a bi îşkenceyê, tazîkirina cenazeyê wê û bi vî rengî teşhîrkirina cenazeyê wê, bi tundî şermezar kirin û destnîşankirin ku ev bêperwatî weke navê şermê û bêrûmetiyê li dîrokê hatiye nivîsandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku zîhniyeta AKP'ê ya di dema dawî de ji bo desthialtdariya qesrê berê mirovahiyê dide mirinê, di şexsê gelê Kurd de li dijî tevahiya mirovahiyê dest bi şerekî qirêj kiriye û hat destnîşankirin, ku aşkera ye bi vî şerî re tê xwestin berxwedana jinên Kurd bê şikandin.
Saziyên Jinên Kurd gotin, "Gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan sembola xweparastinê ye, berxwedana jina azad e.
Hesabê heqaretên biçûkxistinê yên li Ekîn Wan hatin kirin, ne tenê jinên Kurd weke tevahiya jinên cîhanê em ê ji sedî sed bipirsin.
Di hemû şeran de jin weke xenîmetê şer rastî destavêtinê, qetilkirinê hatin û weke roja îro li bazarên koleyan hatin firotin. Lê belê di salên 90'î de li Kurdistanê îşkenceyên zayendî li cenazeyên jinan hatin kirin, tecawiz lê hat kirin, cenaze hatin tazîkirin li pişt panzerê hatin girêdan, li nava kolanan hatin gerandin û hatin parçekirin. Ev pêkanîna dewleta dewleta Tirk weke rastiya herî tirsnak a şerê qirêj cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt.
Kevneşopiya zîhniyeta bi serdestiya mêr a nikare xwe li jiyana azad a bi şoreşa Rojava û serketina HDP'ê ya bi îdeolojiya rizgariya jinê rabigire, hovîtiya li Ekîn Wan kir, mejiyê mêr ê salên 90'î bi awayekî zelal raxist pêş çavan.
Ya ku tazî bûye, bê exlaqî û bê rûmetiya di zîhniyeta DAIŞ-AKP'ê de şênber bûye, ye.
Mejiyê destavêtinê yê di şexsê Ekîn Wan de kete nava tevgerê, li dora qirkirina jinê îfadeya şerekî li dijî heqîqeta parastina rewa ya jinên Kurd e, ku bûne hêviya tevahiya jinên cîhanê.
Em weke sazî û tevgera jinên Kurd ên li Ewropayê, vê polîtîkaya teşhîrkirinê ya li derveyî mirovahiyê ku polîs û leşkerên AKP'ê li hemberî jinê kir, weke vegotina şênber a aşkerabûna bê wijdaniyên nû dibînin û di çarçoveya daxuyaniya bi pêşengiya KJA de hat dayîn, em li dora vegotina 'Ekîn Wan rûmeta me ya tazî ye' dicivin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku çawa jinên YPJ'yî desthilatdariya barbar a DAIŞ'ê hilweşandin, jin wê vê zîhniyeta AKP'ê ya hov jî têk bibin û hat gotin, "Ya tê xwestin bê kirin, têkbirina têkoşîna hemû jinan û çavtirsandin e.
Weke TJK-E û sazî û meclîsên jinên Kurd ên li Ewropayê, çawa ku li Şengalê YJA Star û YPJ-Şengal, li Rojava jinên YPJ'yî, êrîşên herî bê perwa yên zîhniyeta bi serdestiya mêr têk birin û bûn garantiya jinên cîhanê, di serî de jinên li çar parçeyên Kurdistanê em bang jinên li tevahiya cîhanê dikin xweparastinê derxînin asta herî bilind, li dijî rûmetiya tê ferzkirin, heta ku di şexsê me jinan de mirovahî azad bibe, têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin û hesap ji faşîzma tecawizkar a serdest bipirsin. Em bang li hemû saziyên jinan ên li qada navneteweyî dikin, ku li hemberî şere qirêj ê zîhniyeta AKP-DAIŞ dimeşîne, dakevin kolanan û her roj, her kêliyê bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin. Di şexsê Ekîn Wan de em jin xweparastinê xurt bikin û di avakirina sîstema konfederal a demokratîk de em navê aştî û azadiyê bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê binivîsînin."