Şane şewitîn, ban ket lê agahiyê nadin malbatan
Diyar bû ku girtiyên jin ên ku ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan sirgunî Sîlîvriyê ya Nimroya 9’ê bûyin, bi mebesta ku êşkence zêde bûye şaneyên ku lê dimînin dane berê agir.
Diyar bû ku girtiyên jin ên ku ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan sirgunî Sîlîvriyê ya Nimroya 9’ê bûyin, bi mebesta ku êşkence zêde bûye şaneyên ku lê dimînin dane berê agir.
Bavê girtiya Yildiz Keskîn Fahrettîn Keskîn ji ANF’ê re axivî û got, sê şane bi temamî şewitîne, ban hatine xwarê lê rêveberiya girtîgehê agahî li ser başbûna zarokên wan nedane wan.
‘EM BI FIKAR IN’
Diyar bû ku beriya nêzîkî bi mehek.ê jinên girtî ên ku ji Girtîgeha Bakirkoyê sirgûnî Girtîgeha Silîvrîyê bûyin bi mebesta şermezarkirina êşkence û sînordarkirinê şaneya bi nimroya 9’ê ya ku lê diman dane ber agir.
Bavê Yildiz Keskîn ku yek ji wan kesan bû hatibû sirgûnkirin, Fahretîn Keskîn got ji bo zextên ku bi Rewşa Awarte re zêde bûne protesto bikin jinên girtî sê şane dane berê gir. Keskîn diyar kir di dema şewatê de şaneya Zeynep Gonca, Guzîn Tolga, Meral Sonmez û şaneyeke dî ku Hazal (paşnavê wê nayê zanîn) û Sultan Işikli lê diman bi temamî şewitîne, banê wan hatiye xwarê, her wiha got, rêveberiya girtîgehê têkildarî rewşa zarokê wan ti agahî nedane wan. Keskîn çawa ku agahî standiye çûye Girtîgeha Silîvriyê. Keskîn diyar dike ku ew ji ber rewşa zarokên xwe pir bi fikar in.