Sala 2018'an ji bo Jinan: Şîdet, bêkarî û têkoşîn!

11 mehên sala 2018'an nêzî 400 jin hatin kuştin, bi krîza aboriyê re hejmara jinên bêkar zêde bû. Tevî vê yekê jî jin xwedî li qanûna parastinê ya bi hejmara 6284'an derketin û encama vê yekê jî dîtin.

Sê salên dawî li Tirkiyeyê ji bo gelek kesî zor û zehmet derbas bûn. Rejîma dîkta ya ku sala 2018'an bi Rewşa Awarte re dest pê kir, tevî ku di fermiyetê de hate rakirin, îsal mayinde bû. Zextên di vê çarçoveyê de hatin kirin bandor li her aliyên jiyanê kir. Herî zêde jinan zext û şîdet dîtin.

Sala 2018'an ji bo jinan li gorî sala beriya wê hîn bi tundî derbas bû û hejmara jinên bêkar zêde bû. Meha Kanûnê ne di nav de, li gorî daneyên Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin', di nava 11 mehên 2018'an de 365 jin bi şîdetê hatin kuştin.

TUNDIYA KU BI REWŞA AWARTE RE ZÊDE BÛ

Li gorî daneyên platformê, sala 2017'an 409, sala 2016'an jî 328 jin hatin kuştin. Ev hejmar jî nîşan didin ku polîtîkayên AKP'ê dike ku tundiya li jinê li qada civakî mayinde bibe.

JIN HERÎ ZÊDE LI STENBOLÊ HATIN KUŞTIN

Tevî ku bîlançoya salekê bi temamî nehatibe eşkerekirin jî, daneyên li ser rewşa mehane işaretê bi tabloyeke metirsîdar dikin. Sibata 2018'an bû ew meh ku herî zêde jin hatin kuştin. Li gorî platormê, 47 jin di Sibatê ya sala 2018'an de hatin kuştin.

Li gorî van daneyan, bajarên ku di nava 28 rojan de herî zêde jin lê hatin kuştin wiha ne: Li Stenbolê 6, li Îzmîrê 5, li Kocaeliyê 3, li Balikesîrê 3. Di heman demê de li gorî daneyan 21 jin li malê, 7 jin li naverastê, 3 jin di wesayitê de, 2 jin li cihê kar hatin kuştin û sedema kuştina 7 jinan nehate tespîtkirin. Statîstîkên li ser kiryarên kuştina 47 jinan jî bi giranî di asta 'nehatiye tespîtkirin' de man. 47 ji sedî kiryar nehatin tespîtkirin, 26 ji sedî ji aliyê hevserên xwe ve hatin kuştin. Di bîlançoyên mehan de bajarê ku herî zêde jin lê hatin kuştin, Stenbol bû.

KRÎZA ABORIYÊ JI BO KUŞTINÊ BÛ BAHANE

Li gorî daneyên heman platformê, meha Tebaxê jî hejmara jinên hatin kuştin zêde bû. Meha Tebaxê, zêdebûna qîmetê dolar ku 6 lîre derbas kir û rewşa nebaş a aboriyê ji bo cînayetan weke bahane hatin nîşandan. Meha Tebaxê 41 jin hatin kuştin, ku mirina 15 ji wan bi guman, 13 jî weke ku 'nehatiye tespîtkirin' hate ragihandin. 5 jin ji ber ku xwestin biryara li ser jiyana xwe bi xwe bidin hatin kuştin, 6 jî bi bahaneyên aboriyê hatin kuştin.

Meheke din a sala 2018'an ku gelek jin hatin kuştin, meha Îlonê bû. Li gorî daneyên platformê 45 jin hatin kuştin. Sedema kuştina 11 ji wan bi guman, 12 jî 'nayê zanîn' hate nîşandan. 13 jin ji ber ku xwestin der barê jiyana xwe de bi xwe biryarê bidin hatin kuştin. 6 jî bi bahaneyên aboriyê hatin kuştin.

JI BER KU QANÛNA BI HEJMARA 6284'AN BI XURTÎ BI CIH NAYÊ ANÎN, PÊŞÎ LI KUŞTINA JINAN NAYÊ GIRTIN

Di vê navberê de Qanûna Parastina Jinan a bi hejmara 6284'an dema ku bi xurtî bi cih hate anîn, pêşî li kuştina gelek jinan hate girtin. Li gorî statîstîkan, tevî biryarên parastin û dûrxistinê jî gelek jin hatin kuştin. Bi taybetî meha Mijdarê 31 jin hatin kuştin ku ji bo 5 ji wan biryara parastinê hatibû dayin.

KÊMKIRINA CEZA JI BER 'NÊZÎKATIYA BAŞ' SALA 2018'AN JÎ DEWAM KIR

Tevî ku hin biryarên bi mînak hatin dayin jî, pêkanîna kêmkirina ceza ya ji ber 'nêzîkatiya baş' dewam kir. Li navçeya Menemen a Îzmîrê, Fîlîz Aktaş ji aliyê hevserê xwe yê berê Hayrî Ozel ve hatibû kuştin. Cezayê ku di doza Fîlîz Aktaş de li bersûc hate birîn, tevî ku 3 caran ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xerakirin, careke din pêkanîna kêmkirina ceza ya ji ber 'nêzîkatiya baş' bi cih hate anîn. Cezayê 24 salan ê li hevserê berê hate birîn, di vê çarçoveyê de daxistin 20 salan.

Li Kayseriyê, Levent Akgul tevî biryara 'dûrxistinê' û asta cihêbûnê jî hevsera xwe Emîne Akgul kuşt. Destpêkê cezayê heta bi hetayê yê giranî lê hate birîn, piştre bi îdîaya 'tehrîka giran' cezayê wî daxistin 17 sal û 6 mehan.

SOYLÛ ROJA 25 MIJDARÊ JIN KIR HEDEF

Jin 25'ê Mijdara 2018'an daketin qadan. Lê belê jinên li Stenbolê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê de, ji ber astengiya dewlet û polîsên Tirk nekarîn bimeşin. Piştî ku polîsan bi gaza îsotê êrîş kirin û bûyer di medyayê de hate weşandin, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû jin kir hedef û got, "Me çalakiyên Îro hemû şopandin; ji ber ku me dezgeha ku dixwestin amade bikin berê dîtibûn. Komek ji îstîsmarkaran timî heye ku xwest di roja tundiya li jinê de çalakiya li dijî qanûnê pêk bîne û qaşo nîşanî Tirkiyeyê û dinyayê bide ku tundî li jinan tê kirin. Tevî ku me got qedexe ye û cihekî din nîşan dan, hin pêkhateyên ji HDP'ê heta sempatîzanên PKK'ê doh li Taksîm Tunel a Stenbolê li hev civiyan. Me jî got, 'fermo daxuyaniya xwe bidin', lê wê illehî êrîşî polîsan bikin, wê bêjin 'em ê ji vir bimeşin'. Wê ji raya giştî re jî bêjin, 'Di roja tundiya li jinê de tundî li jinan tê kirin'." Tevî daxuyaniyên SoylÛ jinan diyar kirin ku wê paş ve gavê neavêjin û têkoşîna xwe bidomînin.

HERÎ ZÊDE JIN BÊ KAR MAN

Krîza aboriyê ya sala 2018'an bandoreke giran li jinan kir. Di rapora DÎSK-AR'ê de ya bi sernavê 'Bêkarî zêde dibe' ku Îlona 2018'an eşkere kir, li ser bandora krîzê ya li jinan wiha hate gotin: "Bêkariya standart 10,2 ji sedî ye, lê li nava ciwanên jin ên li bajaran rêjeya bêkariyê digihêje asta 30 ji sedî."

Li gorî daneyên TUÎK'ê ku Hezîrana 2018'an hatin eşkerekirin, bêkariya li nava jinan 13,2 ji sedî ye.

Sala 2018'an ji bo jinan bû saleke ku tundiyeke giran li wan hate kirin û bêkariya jinan zêde bû. Di heman demê de bû saleke ku jinan ji bo mafên xwe yên hatine desteserkirin têbikoşin.