BI DÎMEN

PKK’ê li Elmanyayê li hemberî qedexeyê doz vekir

Girêdayî encambûna neyînî ya serlêdana têkildarî rakirina qedexeya li ser PKK’ê ku pêvajo ji sala 1993’yan ve ye berdewam dike, parêzeran serî li dadgeha îdarî da.

Parêzeran ji bo rakirina qedexeya PKK’ê di 11’ Gula 2022’yan de serîli hikûmeta Elmanyayê dabûn. Hate ragihandin ku hikûmetê bersiva neyînî daye.

Li Bundespresskonferenza li Berlînê  MAF-DAD û Civaka Azad daxuyaniyeke hevpar dan û di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wan ji bo qedexeya li ser PKK’ê ku ji sala 1993’yan ve berdewam dike, serî li dadgehê daye.

Seroka Desteya Rêveberiya MAF-DAD’ê Parêzer Heike Geisweidê moderatoriya konferansa çapemeniyê kir û Parêzer Lukas Theune yê ku di sala 2022’yan de ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê serlêdan kiribû, Berdevka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç û endamê Parlamentoya Federal a Die Linkeyê Ferat Koçak weke axêver beşdar bûn.

KIRYARÊN KRÎMÎNALÎZASYONÊ

Seroka Desteya Rêveberiya MAF-DAD’ê Parêzer Heike Geisweidê di destpêka civînê de têkildarî qedexe û serlêdana ji bo hikûmetê agahî da û piştre bi bîr xist ku PKK’ê di kongreya xwe ya 5-7’ê Gulanê de biryara xwefesixkirinê daye.

Geisweid diyar kir ku dewleta Tirk hê jî zemîneke hiqûqî û siyasî ava nekiriye û êrîşên xwe didomîne û got: "Hikûmeta Elman jî têkildarî Kurdên li Elmanyayê dijîn kiryarên li dijî aşitiyê yên weke krîmînalîzasyon û qedexekirina çalakiyan didomîne."

PKK’Ê DOZ VEKIR

Geisweid da zanîn ku hikûmetê ji bo ku bandorê li polîtîkayên derve yên Elmanyayê û têkiliyên  wê yên bi Tirkiyeyê re neke serlêdan red kiriye û diyar kir ku PKK’ê  li dijî Komara Elmanyayê ya Federal serî li dadgeha îdarî ya rayedar daye.

Weke nûnerê serlêdanê Parêzer Lukas Theune têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "PKK’ê bi kongreyeke dîrokî biryara xwefesixkirinê û çekdanînê da. Ji bo serkeftina pêvajoya aşitiyê û derfetdayîna xwebirêxistinkirina tevgera Kurd kêmaniyan dema rakirina qedexeya li Elmanyayê hatiye."

Parêzer Lukas Theune got: "PKK doz vekiriye û doz li Dadgeha Îdarî ya Berlînê berdewam dike. Egera dozê jî weke li hemberî fikra aşitiya navneteweyî nîne, gefa ewlehiyê nîne û li hemberî pêvajoya aştiyê ne gef e."

Theune bal kişand ser pêvajoya ku bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bi lez bûye û got: "Wezareta Karên Derve ragihand ku ew ê piştgiriyê bidin pêvajoya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Ji ber vê yekê divê Hikûmeta Belînê tavilê piştgiriyê bide deklarasyonê: ku rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî di nav vê yekê de ye."

Parêzer Theune bang li rayedaran kir ku ew serlêdana têkildarî rakirina qedexeya li ser PKK’ê qebûl bikin û yasayê rakin.

DIE LINKE: DIVÊ PÊNGAVÊN RAST WERIN AVÊTIN

Endamê Parlamentoya Federal a Die Linkeyê Ferat Koçak jî axivî û got: "Partiya Çepgir tim piştevaniya rakirina qedexeyê kiriye."

Koçak anî ziman ku ji bo aşitiya li Kurdistan û Tirkiyeyê divê pêngavên rast werin avêtin.

NILUFER KOÇ: DIVÊ BERLÎN PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYA AŞITIYÊ

Berdevka KNK’ê Nilufer Koç bi bîr xist ku hikûmeta Elmanyayê piştgirî daye banga Rêber Apo û got: "Lê belê divê daxuyaniyên têkildarî piştevaniyê bi kiryaran werin şopandin; daxuyaniyên hikûmetê têkildarî piştevaniyê bûn."

Nilufer Koç diyar kir ku aliyê Kurdan rîskên mezin girtin lê belê bihişmendiya berpirsiyariyê tev digere bi gotina: "Heya Recep Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî jî bi erênîpêşwazî kirin. Lê belê nayê fêmkirin ku li Elmanyayê çima qedexeya li ser PKK’ê ya ji bo me Kurdan nayê rakirin" rexneyên xwe anîn ziman.

Nilufer Koç bang li Berlînê kir ku rageşiyan bi dawî bike û piştgiriyê bide ‘’pêvajoya aşitiyê’’ û ev yek anîn ziman: "Serbestberdana hemû kesên ji bo aşitiyê dixebitin jî daxilî vê yekê ye(…) Em hêvî dikin ku Berlîn daxwaza aşitiyê bike û nebe asteng."