Ji Kongreya PKK’ê ya dîrokî – 2

Kongreya 12'emîn a PKK'ê veguherî manîfestoya berxwedan, fikir û dilsoziya bi Rêbertiyê re. Ev kongreya dîrokî ya bi ruhê gerîlatiyê re lêhûr bûye, bi baweriya bêdawî ya bi xeta heqîqeta Rêber Apo re deriyê demeke nû vekir.

Kongreya PKK'ê ya 12’emîn 5’ê Gulanê dest pê kir. Axaftina vekirinê li salona ez lê bûm ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ve hat kirin. Destpêkê hinek agahî dan delegeyan.

Piştre jî got: “Di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de bi awayekî paralel em li du cihên cuda du kongreyan kom dikin. Em ê li vir weke qada leşkerî ango aliyê Behdînanê Kongreya PKK'ê ya 12’emîn li dar bixin. Beşeke rêxistina me jî li cihekî din kongreyê li dar dixe. Em ê piştre encamên her du kongreyan kom bikin û wisa ji raya giştî re ragihînin. Tam beriya 20 salan, dîsa di heyva Nîsanê de li ser daxwaza Serok Apo me PKK ji nû ve avakir. Piştî 20 salan dîsa li ser daxwaza Serok Apo em kom bûn, bawerim wê heval biryarên pêwîst bidin…”

Birêxistinkirina kongreyê gelekî baş bû. Ji dîzayna wekhev a salonan bigirin heta peyv bi peyv wekhevbûna sloganan, wêneyên şehîdan… Li Çiyayên Kurdistanê, li lûtkeyên bilind, bi organîzasyoneke tekûz, weke rojnamevanan me nîqaşên kûr û germ şopandin. Bawerim PKK’ê û PKK’yî herî zêde bi civînên xwe têne naskirin…Lewra kûrahiya felsefîk, bîrdozî, dewlemendiya fikrî, îradeya ji pola, afirîneriya mirov, jêhatîbûna mîlîtanan, karê estetîk, azwerî û helwesta şoreşgerî, dilnizmiya mirov, çanda qedîm a Kurd û şoreşgertiya PKK'ê…Ev hemû di nav hev de xuya dibin û tên jiyîn…

Di salona kongreyê de yek ji taybetmendiyên kongreyê ya ku herî zêde bala mirov dikişand jî pêkhateya kongreyê ya ciwan bû. Tevgereke 52 salî, kongreyeke dîrokî bike, lê piranî ciwan bin, bawerim ev jî nîşane û peyameke girîng e: Xeta Apogerî kariye 4-5 nivşên xwe biafirîne.

Xaleke din ku divê binê wê were xêzkirin jî ew bû ku, mijarên fesixkirina PKK'ê û dawî li rêbaza çekdarî anîn, krîtîk bûn. Li gel ku bi yek deng û helwestê hemû mîlîtanan girêdan û baweriya xwe ya bi Rêber Apo re dianîn ziman jî, qebûlkirina her du mijaran jî zehmet bû. Bawerim ji ber wê bû, Mûrat Karayilan û fermandarên din dema ku axivîn (li gorî min bihîstî, li salona din jî “Hevalên tên zanîn”) ji bo daxwaza Rêber Apo pêk were û helwesta Rêber Apo xurt bikin, hewil didin bi mîlîtanên ciwan jî gavên pêwîst bidin avêtin. Ji bo ku şaş fêhmkirin û helwestên cuda dernekevin fermandar û rêveberên PKK'ê gelekî baldar bûn. Li gel daxwaza Rêber Apo û meyla xwe jî Mûrat Karayilan got, “Ev der zemînê kongreyê ye, zemînekî azad e. Kîjan heval çi difikire, bi awayekî azad dikare bîne ziman. Jixwe weke Rêveberiya Tevgerê em tiştekî ji hevalên xwe venaşêrin. Çi dibe, Serok Apo çi dibêje, dewlet çi dibêje, çi dike, em her tiştî bi hevalan re parve dikin. Yanî tiştekî ku em dizanin û hûn nizanin tine ye. Em hemû ji vê pêvajoyê û ji xurtkirina destê Serok Apo weke hev berpirsyar in. Helbet hin rastî jî hene. Niha em li vir diaxivin, li derve dengê topan tê.” Cihê kongreya din nizanim, lê bi rastî jî li Behdînanê belkî li gorî beriya mehekî siviktir bûbe, lê qet dengê tank, top û balafiran kêm nedibû. Li gel wê jî ew biryarên dîrokî hatine girtin…

Piştî kongreyê dest pê kir, me dît ku moral û motîvasyona gerîlayan pir bilind bû. Dengê çepikan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” bilind bû. Coş û kelecana delegeyên kongreyê tunêla şer hejand. Têbiniyên hevdîtinê, bi taybet jî kurteya rapora polîtîk, heval gelekî kêfxweş bûbûn. Gerîlayên berê li ba Rêber Apo mayî ezmûnên xwe parve dikirin û behsa zindîbûn, enerjîkbûna Rêber Apo dikirin

Beriya ku kongre bi awayekî fermî dest pê bike jî xwendin, nîqaş û lêhûrbûn dihatin kirin. Ji vî alî ve amadekariyeke zîhnî hatibû kirin, zelalî pêk hatibû. Ji bo wê jî di fermiyeta kongreyê de bi qasî 40 delegeyan nêrînên xwe diyar kirin. Ew jî piranî li hemberî daxwaza Rêber Apo û pêvajoyê, bi rengê raberkirina helwesta takekesî pêk dihat. Helbet fikrên cihêreng jî hebûn, mînak gerîlayekî ciwan wiha got: “Em çima rêbaza çekdarî nîqaş dikin, bila HPG Kurdistanê biparêze. Em bi hemû hêza xwe tevlî dewletê, artêşê bibin, sînorên Tirkiyê û Kurdistanê biparêzin. Fermandarên me yên taximan, generalên wan têk birin, dewletê hemû ji peywirê girtin…”

Delegeyekî din got, “Ev dewlet û hikûmet ewqasî xwe dispêre Osmaniyan, ger ku rast e, di Osmaniyan de înkara Kurdan tine bû. Çima ew înkar dikin? Artêşên cuda û xweser ên Kurdan di dema şeran de diçûn li gel Osmaniyan şer dikirin. Ger ku em li hev bikin, em niha jî dikarin wisa bi hev re bibin artêşeke xurt.”

Gerîlayekî xwedî tecrûbe bêbaweriya xwe ya bi dewleta Tirk re anî ziman û got, “A niha jî êrîş û keşif hene. Em ê çawa bi wan re aştiyê bikin? Em ne li dijî aştiyê ne, lê dewleta dagirker û qirker nayê aştiyê. Tenê baweriya me ya bi Rêber Apo re heye…”

Gerîlayekî ciwan, di vê pêvajoyê de “nerm nêzîkbûna” Rêveberiya Tevgerê rexne kir û got, “Dewleta Tirk hatiye ber hilweşînê. Ji ber ku sîstema kapîtalîst naxwaze Şoreşa Kurdistanê li hemberî sîstema NATO’yê bi ser bikeve û şoreş li herêm û cîhanê belav bibe, AKP’ê li ser piyan digirin. Niha derfet û bijartekên me zêdetir û xurtir in. Berê Tevgera me jî digot hewce bike bila endamên rêveberiyê 5 salan siyasetê nekin, wê demê komara Tirk nehat ber çareseriyê. Niha em qebûl nakin ku ew heval 5 heyvan jî siyasetê nekin. Ger ku em ê li hev werin, çima ev bibe pirsgirêk?”

Di esasan de, li ser helwesta Rêber Apo yekbûn û hevgirtineke xurt hebû, lê di gelek mijaran de jî nîqaşên hişk hatin meşandin. Herî dawî Mûrat Karayilan jî neçar ma hinek nirxandinên delegeyan sererast bike.

Hinek heval ji tunêlên şer hatibûn û tevlî kongrê bûbûn. Peyamên berxwedêran parve kirin, nêrîn û hestên xwe jî îfade kirin…