Yuksel Koç di serdegirtina malê de hate binçavkirin
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê polîsên Elman di saetên siharê de bi ser mala siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç de girtin û ew binçav kirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê polîsên Elman di saetên siharê de bi ser mala siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç de girtin û ew binçav kirin.
Siharê di saet 7.00’an de bi ser mala siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç de ya li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijî hate girtin û ew hate binçavkirin. Hat diyarkirin ku Yuksel Koç di çarçoveya lêpirsîneke ku li Karlsruhe tê meşandin de, hate binçavkirin. Heya saet 11.00’an li mala Yuksel Koç lêgerîn hatiye kirin.
Piştî lêgerînê polîsan ti belgeyeke şênber pêşkêşî malbatê nekir. Hat diyarkirin Yuksel Koç birine Karlsruhe.
‘KAR Û XEBATÊN HEVSEROKATIYA KCDK-E’YÊ WEKE SÛC TÊN PÊŞKÊŞKIRIN’
Parzer Fatma Sayin daxuyanî da ANF’ê û wiha got, “Biryara binçavkirinê ya derbarê muwekîlê min Yuksel Koç hatî dayîn, di çarçoveya 129-B de bi îdîaya kadroya PKK’ê ye, hatiye dayîn. Wextê ku ji bo muwekîlê min tê behskirin, xebatên siyasî yên legal ên di navbera salên 2016-2023’yan de hatine meşandin in. 4’ê Nîsana 2025’an biryara binçavkirin û girtinê hatiye dayîn. Lê belê vê sihare bi ser mala wê de hate girtin û birine Karlsruhe. Muwekîlê min bi xebatên xwe yên legal tê naskirin, keseke ku timî li pêşberî raya giştî ye. Ji ber ku ti kar û xebatên wê yên îlegal nînin, em ê di pêvajoya darizandinê de hemû îtîrazên xwe bikin.”
‘GELO ELMANYA BI GIRTINA KURDAN PIŞTGIRÎ DIDE PÊVAJOYA AŞTIYÊ?’
Siyasetmedar Yuksel Koç salên dirêj di serî de li Elmanyayê, li Ewropayê di siyaseta Kurd de weke yek ji sîmayên herî şênber derdikeve pêş. Li Tirkiyeyê di demeke ku hevdîtinên li ser aştiyê didomin de, binçavkirina Koç dibe sedemê pirsan.
Mehmet Demîr ê ku li Elmanyayê li dijî krîmînalîzasyona antî-Kurd têkoşîna hiqûqî dimeşîne, nerazîbûn nîşanî binçavkirina siyasetmedar Yuksel Koç da.
Mehmet Demîr diyar kir ku PKK’ê di 12’emîn kongreya xwe de xwe fesih kir daxuyaniya dilxweşiyê ya û Wezareta Karên Derve yê Elmanyayê bi bîr xist û wiha got, “Manîdar e ku Hevserokê KCDK-E’yê yê berê Yuksel Koç ku 2 sal in di tu xebatan de cih nagire hate binçavkirin.”
Mehmet Demîr wiha got: “Wezareta Karên Derve yê Federal daxuyandibû ku ji ber Kongreya PKK’ê memnûn e û dixwaxe ji bo aştiyê înîsiyatîf bigre. Bi hedefgirtina xebatên KCDK-E’yê dixwaze înîsiyatîfê bigre? Ma Elmanya bi binçavkirina Kuran piştgirî dide pêvajoya aştiyê? Bi girtin û krîmînalîzekirina xebatên qanûnî yên Kurdan nikarin piştgirî bidin pêvajoyê.”
POLÎTÎKAYA KRÎMÎNALÎZASYONÊ KU LI BREMENÊ KURDAN HEDEF DIGRE
Di salên dawî de li Bremenê polîtîkayên krîmînalîzasyonê ya polîsên Elman li dijî Kurdan zêde bûn. Daxwazên penaberiyê, serlêdanên welatîbûyînê û hewldanên kar û komalebûyînê ya Kurdan tên redkirin. Di 26’ê Nîsana 2025’an de polîsan bi ser avahiya komaleyê de girtin ku zêdeyî 30 jin lê hebûn û bêyî ku belgeyek pêşkêş bikin bi saetan mirovan li hundir girtin. Parlementerê Die Linke yê Bremenê Muhlîs Kocaaga ku piştî serdegirtina polîsan li ser komeleyê ji ANF’ê re axivî, wiha gotibû; “Min berê şahidî ji serdegirtinên polîsan ên cuda kir. Lê serdegirtinekî wiha cara ewil dibînim. Min qet nedîtibû ku evqas dirêj ajot. Sedema wê jî negotin.”
21’ê Mijdara 2024’an polîsên Elman di saetên siharê de bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Bremenê girt. Di lêgerînên ku bi saetan dewam kir de polîsan dest danîn ser gelek pirtûk û materyalên dijîtal.
Ji aliyê kes an jî kesên ku nasnameya wan nehat tespîtkirin, di 21’ê Sibata 2024’an de li ser namedanka komeleyê guleyên ku li ser wan sembola faşîzma Naziyan hebû, hate danîn. Tevî serlêdanên qanûnî jî di dosyayê de tu pêşketin çênebû.
Polîsên Elman di 16’ê Çileya 2024’an de bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Bremenê de girt, tiştan belave kirin û dest anîn hinek tiştan. Di serdegirtina 2 saetan dewam kir de dest danîn ser du wêneyên Rêber Apo ku li diwara salona navendê daleqandî bû û biletên şeva çandî ku li Bremenê hat lidarxistin.
Heman roj bi ser mala endamê komeleyê Kadrî S. ya li Huckelriede ya Bremenê de girtin û bi hinceta lêpirsînekî derbarê wî de hate girtin. Kadrî S. hîna jî li girtîgehê tê girtin.
Di Kanûna 2022’an de li Bremenê bi ser gelek malên welatparêzan de girtibûn û siyasetmedarê Kurd Mehmet Ç. bi heman hincetê li ser daxwaza Elmanyayê ji aliyê Îtalyayê ve hate radestkirin û hate girtin.