Li Swîsreyê ji ber rewşa nebaş a hewayê 4 kes mirin, 6 kes winda ne

Rayedarên Swîsreyî diyar kirin ku dawiya hefteyê ji ber rewşa nebaş a hewayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî winda bûn.

Li Kantona Tîcînoyê ku baranê bandoreke giran lê kir, roja Şemiyê 2 jin û 2 mêr winda bûn. Li gorî bîlançoya nû bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî winda bûn.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya êvara Duşemê hate dayin, karê lêgerînê dewam dike.

Li vê kantona ku li başûrrojhilatê Swîsreyê ye, dawiya hefteyê ji ber hezazê sê kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li kantona Valaîsê ku li başûrrojavayê vê kantonê ye, li bajarokê Saas-Grûndê kesekî jiyana xwe ji dest da. Li gorî rayedaran li kantonê kesek hîn jî winda ye.