Yekemîn rûniştina doza Komîteya meşa 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê organîze kiribû hatibû vekirin, li Edliyeya Mêrsînê pêkhat. 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Mêrsînê di derbarê emdamên Komîteyê yên bi navê Hediye Bakrak, Gul Durnaoglu, Tulîn Turan, Zîhnet Alici, Aynur Şahîn, Sevgî Kiliç û Menîce Urun de bi îdiaya "Li dijî qanûnê civîn û meş pêk anîne, rêveberî kirine" doz hatibû vekirin. Kesên di derbarê wan de doz hatibû vekirin, serê sibê hatin ber edliyeyê.
Platforma Jinan ya Mêrsînê ji bo piştgiriyê bidin hevalên xwe hatin ber adliyeyê. Polîsan bi awayekî awarte tedbîr girtin. Pişt re jinên ku xwestin tevlî rûniştinê bibin, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsên ku belgeya 'Vexwandina dadgehê' ji jinan xwest, polîsan diyar kir ku, heke ew belgeyên wan yê bêrîkê hebe, dê wan li ser destûra dozger hildin hundir. Jinên ku bertek nîşanê vê helwestê dan, li Serokê Baroya Mêrsînê û parêzer geriyan û xwestin mudaxeleyê pêkanînê bikin.
Piştî demekî Endama Lîjneya Rêveberiya Baroya Mêrsînê Parêzer Bîlgîn Yeşîlbogaz û Prz Semra Karasakal hatin ber edliyeyê û li dijî pêkanîna polîsan nerazîbûna xwe dan nîşan. Prz Yeşîlbogaz diyar kir ku, ev rûniştin alenî ye û ev tişt anî ziman: "Tiştekî wiha heye, hûn dikarin asteng bikin? Hûn çima nagirin hundir?" bertek nîşanî hewildana polîsan da. Polîsan jî diyar kir ku, ew li benda biryara dozgerin. Prz Karasakal, "Biryareke dozger ya bi vî şeklî tune ye. Ew dikarin bi serbestî bikevin edliyeyê. Kes nikare ketina edliyeyê asteng bike.
Piştî wê jin ketin avahiya adliyê. Hediye Bakrak, Aynur Şahîn û Menîce Urun meha debazbûyî li Mêrsînên di bin navê operasyonên KCK'ê de ku hatibûn girtin, ji ber ku girtîye, ne anîbûn dadgehê. Lê yên din amadebûn. Piştî tespît kirina nasnameyan, rûniştin taloqî 22 sibata 2013'an hat kirin.
Piştî rûniştinê Huyla Yaman li ser navê jinan daxuyanî da û got: "Li gel ku me xwest em di 8'ê Adarê de bimeşin û polîsan destûr neda me jî di derbarê me de doz vekirin. Di rûniştinê de komediyeke mezin jiyan bû. Sûcdar kirin, tune ye. Daraz kirin li ber derî destpêkir. Em li hemberî astengiyên polîsan hatin. Hevalên me yên dihatin darizandin jî ne xwestin bigirin edliyeyê. Tenê me bi rêya parêzerên xwe û baroyê karî bikevin hundir. Ji ber vê jî sedema dozê derket holê. Nêzîkatiyê dadger jî di hundir de wiha bû. Ji me re got 'Çi karê we heye li vir heye, herin li malên xwe rûnin.'" Pişt re jin belav bûn.