Rûniştina doza Yuksekdag hate taloq kirin

Rûniştina doza Fîgen Yuksekdag  hate taloqkirin ku bi îdîaya heqaret li Ahmet Davûtoglû kiriye tê darizandin.

Runiştina doza Hevseroka Gişti ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ku bi hinceta neheqî li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kiriye dihat darizandin pêk hat. Dadgehê doz taloq kir.

7'emîn rûniştina doza Hevseroka Gişti ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ku bi hinceta neheqî li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kiriye, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrsinê pêk hat . Yuksekdag di 13'ê Adara 2016'an de beşdarî Kongreya HDP'ê ya Mêrsînê bûbû. Ji ber axaftina Yuksekdag bi îdîaya heqaret li Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu kiriye doz lê hatibû vekirin. Yuksekdag  tev li danişînê nebû parêzerê wê tev li rûniştina dozê bûn.

‘DIVÊ DOZ WERE BETAL KIRIN’

Parêzer Alî Bozan got Yuksekdag dema ev axaftin dikir parlamenter bû û wiha got; “Hemû axaftinên wê di çarçoveya berpirsyartiya qanûnan de ye. Ji ber vê sedemê jî divê biryara betalkirina dozê were dayîn.”

Heyeta dadgehê piştî parastina parêzeren bi sedema ku kêmasiyên dosyaye hene, doz taloqî 27'ê Mijdarê kir.