Rojnamevanên jin: Çapemeniya azad wê bêdeng nebe

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê bi bîr xist, di nava sê rojan de 9 rojnamevan hatine destgîrkirin û diyar kir, "Tirkiye li dinyayê ew welat e ku herî zêde rojnamevan lê girtî ye, lê çapemeniya azad wê bêdeng nemîne."

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, der barê zextên li Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) de tên kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di serdegirtina ETHA de 7 kes hatin destgîrkirin ku 6 ji wan rojnamevan in û hate gotin, "Her wiha polîsan 13'ê Hezîranê avêtin ser buroyên têkiliyê yên rojnameya Ozgur Gelecek ên li Bûrsayê û 3 nûçegihan destgîr kirin û dest danîn ser materyalên li buroyan."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tirkiye veguheriye welatekî mîna girtîgehê ji bo rojnamevanan. Rojnamevan êdî xwe li Tirkiyeyê ewle nabînin. Bi hinceta nûçeyên wan ceza li dehan rojnamevanan hatiye birîn. Gelek rojnamevan neçar mane serlêdana penaberiyê bikin. Rojnamevanên ku bûn hedef di heman demê de bûn hedefa êrîşan."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, rojnamevanên serî natewînin dibin hedefa her şêwe zextan û hate gotin, çapemeniya azad ti carî bêdeng nebû, wê bêdeng nemîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, rojnamevanên hatine girtin ew rojnamevan in ku rastî nivîsî ne û hate diyarkirin, "Di nava her şert û mercî de em ê piştgiriya bi çapemeniya azad xurt bikin û em bi hevalên xwe re ne. Rojnamevanî sûc nîne. Rojnamevanên hatine destgîrkirin divê tavilê bên berdan."