RJAK'ê kongreya xwe ya 5'emîn li dar xist

RJAK'ê bi beşdariya 250 delegeyî kongreya xwe ya 5'emîn li dar xist.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) kongreya xwe ya 5'emîn bi dirûşma "Bi perwerde, rêxistin û parastina jinê, azadiya tak û sîtsema demokratîk a gel misoger dikin" li dar xist.

Kongre 28'ê Gulanê li salona Lahey a Kerkûkê bi tevlîbûna 250 delegeyên ji Kerkûk, Silêmaniye, Hewlêr, Mexmûr, Mûsil, Şengal û Diyaleyê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Soma Ferhad peyama Komîteya Amadekar a Kongreyê xwend û Necîbe Omer jî axaftina destpêkê kir.

Necîbe Omer destnîşan kir, ku sîstemên hebûn û nasnameya jinê înkar dikin wê hilweşin û got, "Di nava çend salên dawî de nerazîbûnên jinan gihîştiye asta herî iblind û her kes ji têkoşîna jinan sûdê werdigirin." Necîbe Omer diyar kir ku şoreşa Rojava pêşengiyê ji şoreşa jinên cîhanê hemûyan re dike.

Di kongreyê de peyama Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) hate xwendin û işaret bi rol û têkoşîna RJAK'ê hate kirin. Di peyamê de hate destnîşankirin ku xwedîderketina RJAK'ê ya li jinên Şengalê wê ti carî neyê jibîrkirin.

Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok jî bal kişand ser zor û zehmetiyên ku jinên Kurd di nav de ne û got, "Tevî her tiştî jî ew bi şens in, ji ber ku xwedî tevger û rêbertiyekî mezin e." Fadîle Tok destnîşan kir ku divê jin li nasnameya xwe xwedî derkevin û pêşengiyê ji avakirina civakeke azad û wekhev re bikin.

Di rêveçûna kongreyê de analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin û li ser karê RJAK'ê sînevîzyonek hate nîşandan. Piştre jÎ rapora sê salan a rêxistinê hate xwendin û nîqaşkirin.

Ber bi dawiya kongreyê ve jî rêziknameya rêxistinê hate xwendin, pêşniyarên guhertinê hatin kirin û nîqaşkirin û di encamê de jî bi dengdanê hate pejirandin.

Di dawiyê de Encûmena Giştî ya RJAK'^eya ji 21 kesî hate hilbijartin. Encamnameya kongreyê jî tê payin ku rojên bê were eşkerekirin.