BI DÎMEN

Rewşa dawî ya li eniya Minbicê

Komên çeteyên bi navê Artêşa Millî ya Sûriyeyê ya girêdayî dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li ser Minbicê didomînin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gelê herêmê ji êrîşên çeteyan diparêzin. ANF’ê dîmenên rewşa dawî ya li eniyê weşand.

ENIYA MINBIC

Komên çeteyên bi navê Artêşa Millî ya Sûriyeyê ya girêdayî dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li ser Minbicê didomînin. Qadên bejahî yên eniyên bakur, rojava û başûr ên bajêr, tên bombebarankirin.

Komên çeteyan hewl didin bikevin cihên navborî. Lê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajêr diparêze û bi rengekî tund bersiva êrîşan dide. Heta niha bi dehan hewldanên ketina bajêr hatin şikandin.

Hewldanên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê bêencam man, lewma hîn jî deverên cuda yên bajêr bi çekên giran, dron û topan hedef digire.

Hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê hin gundên di navbera Heleb û Minbicê de jî vale kirin. Pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî gel ji êrîşan diparêze.

Li herêmên bejahî yên di navbera Minbic-Helebê de êrîşên dewam dikin. ANF’ê têkildarî rewşa dawî ya li van eniyan, dîmen weşand. Gelê herêmê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tê parastin û her wiha şervanên ku gelê herêmê diparêzin, pêdiviyên rojane yên gel jî pêşwazî dikin.

Şervanan li herêmê hin nuqteyên ewlehiyê ava kirine û li dijî êrîşên muhtemel jî, tedbîrên ewlehiyê digirin.