REPAK’ê li Barselona hin hevdîtin pêk anî
Nûnera Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd Meral Çîçek li ser vexwendina Enstituya Lêkolînên Zayendî û Jinan a Zanîngeha Barselonayê çûbû Katalonyayê li vir hin rêze hevdîtin pêk anî.
Nûnera Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd Meral Çîçek li ser vexwendina Enstituya Lêkolînên Zayendî û Jinan a Zanîngeha Barselonayê çûbû Katalonyayê li vir hin rêze hevdîtin pêk anî.
Nûnera Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd Meral Çîçek li ser vexwendina Enstituya Lêkolînên Zayendî û Jinan a Zanîngeha Barselonayê çûbû Katalonyayê li vir hin rêze hevdîtin pêk anî. Çîçek li ser pêşketinên dawî yên li Kurdistanê li Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Katalonyayê axivî û bi yekem şaredara jin a Barselonayê ya hilbijartî jî hat gel hev.
‘JINEOLOJÎ Û ŞOREŞA JINÊ YA KURD HAT AXAFTIN’
Endama Desteya Rêvebir a REPAK’ê ku navenda wê li Hewlêrê ye Meral Çîçek, di van rojên dawî yê de tevlî çend rêzeçalakî û hevdîtinan li Herêma Xweser a Katalan bû. Çîçek di navbera rojên 8-10’ê Tîrmehê de pêşkêşiya taybet a mijara Jineolojî ya di konferansa bi sernavê “Di Navbera Lêkolîn û Çalakiyê de Diyalogên Femînîst” kir, tevlî sê panelên bi mijara têkoşîna jina Kurd bû. Di vê çarçoveyê de di 7’ê Tîrmehê de li Zanîngeha Xweser a Barselonayê, di 13’ê Tîrmehê de di mala jinan a otonom a bi navê Ca La Dona’yê û di 14’ê Tîrmehê de jî li bajarê Vîlanovayê tevlî panelên bi mijara Têkoşîna Jinên Kurd bû.
Piranî jinên akademîsyen û profesor tevlî panela bi sernavê “Çima Şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye” ya li Zanîngeha Barselonayê bûn, ji çalakiya bi navê “Li Kurdistan û Katalonyayê Têkoşînên Jinan” re jî ji nehan zêdetir rêxistin tevlî bûn. Di panela bi navê “Kurdistan: Şoreşa Jinê û Rojhilata Navîn” a pêr li bajarê Vîlanova ji aliyê rêxistina Ateneu ve hat lidarxistin jî tevlîbûn pir zêde bû. Di hemû panelên ku rolê stratejîk ê jinê di nava Têkoşîna azadiya Kurd de, konsepta parastina cewherî ya jinê û teoriya şoreşê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hat pêşxistin de beşdaran li ser bingeha rewşa Katalonyayê gelek pirs kirin û niqaş pêş xistin.
‘LI HEMBERÎ DAIŞ’Ê TENÊ TEVGERA KURD TÊKOŞÎNE BI BANDOR DIMEŞÎNE’
Nûnera REPAK’ê di dema li Katalonyayê hinek hevdîtin jî pêk anî. Di vê çarçoveyê de li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê di Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Xweser a Katalan de axivî. Ji 5 partiyên siyasî yên nûnertiya wan di parlamentoyê de heyî nûnerên 4 partiyên siyasî tevlî bûn, bi kurtî behsa piştî êrîşên Çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengal û Kobanê kir, da zanîn ku hemû hêz behsa têkoşîna li hember DAIŞ’ê dikin lê hêzên derve û herêmî ne xwedî perspektîfên çareseriyê ne. Her wiha Çîçek da diyarkirin ku Projeya Çareseriyê ya Tevgera Azadiya Kurd de têkoşîna herî bi bandor li hember DAIŞ’ê dimeşîne. Çîçek wiha got, “Di vî alî de kî Rojhilata Navînek demokratîk dixwaze, pêwîste piştgiriya pêvajoya çareseriyê ya di sermuzakerevaniya Ocalan de bike û parastina sîstema Xweseriya Demokratîk a li Rojava bike.”
Her wiha Meral Çîçek Ada Colau’yê namzetê pêkhateya siyasî ya Çep a “Barcelona en Comu”ku di meha Gulanê de Podemos piştgiriya wî dikir jî li cihê wî ziyaret kir. Çîçek bi navê Tevgera Azadiya Jinên Kurd Colau pîroz kir, behsa girîngiya pêşxistina şaredariyên jin kir. Colau jî da keyfxweşiya xwe ji ber pêşwazîkirina jinên Kurd anî ziman. Colau û Çîçek li ser projeyên muxtemel ên di hevdîtinê de pêş bikevin axivîn.