NAMEYA RÊBER APO YA JI BO ÊZIDIYAN
Peyama Rêber Apo ya ji bo gelê Êzidî bi vî rengî ye:
"Dîroka gelê me yê Êzidî dîrokeke wisa ye; bûye şahidê komkujî, mişextî, zilm û êşên mezin. Ango di van qonax û îmtîhanan re derbas bûye. Êzidîtî yek ji bawerîyên herî kevn û civakên herî kevnar ê Mezopotamyayê ye. Ji bo parastina çand, nasname û hebûna xwe berdêlên mezin dan. Trajedî û fermanên li serê wan hatin rakirin, ne tenê di wijdanê gelê me de, di wijdanê hevpar ê mirovahiyê de jî kûr cih girtiye.
Di tevahiya dîrokê de bi êrişan re rû bi rû man, lê tevî hertiştî jî bi berxwedanê hebûna xwe domandin. Di sedsala dawîn de komkujiyên ku di encama êrişên xwedî zêhniyeta dewletên qewmî de pêk hatin di asta jenosîdê de bûn. Komkujiya 2014'an ya Şengalê, dewama wê zêhniyetê bû ku armanca wê jiholêrakirin û kokqelandina êzdiyan bû.
Lê vê carê gelê me yê Êzidî bi lez xwe gihand têkoşîna azadîyê, xwe bi rêxistin kir û dest bi berxwedanê kir. Bi vî awayî, bi berxwedaneke dîrokî bersiva tevkujiyan da. Beşdarbûna jinan a vê berxwedanê pir bi wate ye. Ew ketine wê pêvajoyê ku siberoja xwe bi destê xwe ava bikin.
Siberoja gelê me yê Êzidî wê bi hêz û vîna wan a li ser bingehê civaka demokratîk ya ku xwe dispêre îradeya demokratîk şekil bigire û bi gewde bibe. Divê rêxistinbûneke civakî ya wisa pêk bînin ku pê bikaribin baweriya xwe bi rengekî azad bijîn. Di vê merhaleyê de ku me xeyal dikir û em gihîştinê, avakirina pergaleke demokratîk ji bo parastina hebûna dîrokî û domdariya wê gelek girîng e. Li ser esasê perspektîfa Civaka Demokratîk, siberojeke wekhev û azad a gelan dikare bê avakirin. Divê Êzidî di têkoşîna demokratîkbûnê û avakirina civaka demokratîk de ku xwe dispêre jiyaneke azad û hevkhev, bibin hêza aktîf û çalak.
Ti nêzîkatiya ku azadiya gelê me yê Êzidî nas neke û tune bihesibîne nemeşrû û rewa ye.
Divê gelê me yê Êzidî li her dera lê ye bi xwerêxistinkirinê siberoja xwe bixe bin ewlehiyê û ewlehiya xwe misoger bike.
Têkoşîna ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk berpirsyariya tevahî gelên me ne. Bi vê wesîleyê, ez têkoşîna gelê me yê Êzidî silav dikim.
Ez dixwazim bibêjim; ez di her şert û mercî de têkoşîna wan destek dikim. Azadiya Êzidîyan û azadiya gelên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li dijî 73 fermanên Êzidîyan e. Pêvajoya ku me daye destpêkirin herî zêde wê hebûn û azadiya Êzidiyan pêk bîne. Ev bang Ronesans e, û herî zêde jî wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be. Ev pêvajo wê bi hest û têkoşîna hevpar bi ser bikeve. Ez dubare silavên xwe yên bêdawî dişînim.
Abdullah Ocalan"