Cenazeyê şehîdên Berxbotanê hatin veşartin

Cenazeyên şehîdên Berxbotanê ku ji heman malbatê 8 jê zarok 10 kes qetil kirin, li Pakrewangeha Şehîdên Komkujiyê ya Kobanê hatin veşartin.

Di salvegera komkujiya Helebce de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov û biçek saet di 00.40’an de maleke sivîlan di navbera gundê Qomçî û gundê Berxbotanê yên Kobanê de bombebaran kir. Di encama komkujiyê de ji heman malbatê jê 8 zarok, 10 kes hatin qetilkirin.

Îro bi sedan şêniyên kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser cenazeym şehîdên komkujiyê li Pakrewangeha Şehîdên Komkujiyê ya Kobanê veşartin. Navên şehîdan wiha ne: Ahîn Osman (15 salî), Dîclê Osman (14 salî), Dolovan  Osman (13 salî), Yasir Osman (6 salî), Saliha Osman (4 salî), Fawaz Osman (2 salî), Avesta Osman (8 mehî), û dê û bavê xwe Osman Barkal Abdo (42 salî) û Xezala Osman Abdo (39 salî).

Di merasîmê de, berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malabata şehîdan re xwest û soza da ku wê xwîna şehîdan li erdê nehêlin.

Eyşe diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku gelê herêmê rastî komkujiyan tên û wiha got: “Her çiqas gel rastî êrîş û komkujiyan bê, ew ê li ber xwe bidin û li hember êrîşên dijmin bisekinin. Gel hêza xwe ji şehîdên xwe werdigire."

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Firatê Şêro Mistefa diyar kir ku ew bejna xwe li hemberî darbestên şehîdan ditewînin û soza didin ku ew ê xwîna wan li erdê nehêlin û wiha got: “Weke tê zanîn ev ne cara yekemîn e ku gelê Kurd di komkujiyan re derbas dibe. Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk tîne, divê sînorekê ji van komkujî û êrişên dewleta Tirk a dagirker re deyne."

Şêro bang li tevahî saziyên mafên mirovan kir ku divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin û got: “ Em ê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdên nehêlin û soz didin ku em ê rêya wan bişopînin.”

Li ser navê malbata şehîdan Mihemed Qasimlo axivî û got: “Xwesteka dewleta Tirk ku bajarê Kobanê vala bike û piştre dagir bike, lê wê tu carê xewnên wê pêk neyên. Em ê hîna hêza xwe xurttir bikin da ku axa xwe ji êrişên dagirkeriyê biparêzin. Divê hesabê van komkujiyan ji dewleta Tirk were pirsîn.”

Piştre wesîqeya şehîdan hete xwendin û radestî malbata wan hate kirin.

Cenazeyên şehîdan dirûşma “Şehîd namirin” hatin veşartin.