Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 25 kewçêrê 2018, 22:36
KCDK-E bangî meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir a ku ew ê li Ewrûpa, Kanada, Avûstralya , Japonya û li gelek navendan were lidarxistin.
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê êşkence li wan tê kirin, eşkere bû ku hem hatine sirgûnkirin hem jî heta 50 rojî cezayên hucreyê li wan hatine birîn.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê de eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku wan li Hecînê derbên giran li çeteyên DAÎŞ’ê dane.
Walîtiya Tirk a li Wanê û Rêxistina AKP'ê ya Bajêr amadekariyan dike ku rewşa îdarî ya Wanê biguherînin. Armanc ji vê yekê ew e ku navçeyên Rêya Armûşê û Artemêtanê parçe bike û di hilbijartinê de bi ser bikeve.