Li Wanê coşa Newrozê
Ciwanên Wanê bi meşale û alên PKK’ê, bi dirûşma “Bijî serok Apo” posterên mezin ê Rêber Apo li qadê danîn û dora poster bi agirê Newrozê ronî kirin.
Ciwanên Wanê bi meşale û alên PKK’ê, bi dirûşma “Bijî serok Apo” posterên mezin ê Rêber Apo li qadê danîn û dora poster bi agirê Newrozê ronî kirin.
Ciwanên Wanê beriya pîrozbahiya Newrozê ya ku wê sibe bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Civaka Demokratîk Newroz ji bo Azadiyê" bê pîrozkirin li Taxa Koyîçî kom bûn û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.
Ciwanên di destê wan de meşale û alên PKK’ê hebûn, bi dirûşma “Bijî serok Apo” posterên mezin ê Rêber Apo li qadê danîn û dora poster bi agirê Newrozê ronî kirin. Posterê Rêber Apo yê di nava xeleka agirê Newrozê de tarîtiya şevê ronî kir. Pîrozbahiya ciwanan dîmeke rengîn derxist holê.
Şêniyên taxê jî bi tilîlî û dirûşmeyan piştgirî dan pîrozbahiya ciwanan. Pîrozbahiya ciwanan heta derengiya şevê dewam kir û bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.