Konferansa Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat paşxistin
Konferansa ku tê payîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin, ji ber kêmbûna demê û hatina Cejna Newrozê, hat paşxistin.
Konferansa ku tê payîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin, ji ber kêmbûna demê û hatina Cejna Newrozê, hat paşxistin.
Di 6'ê vê mehê de partî û hêzên siyasî yên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ji bilî ENKS'ê civînek li dar xistibû û tê de geşedanên li Sûriyeyê û yekrêziya Kurdî hatibûn nîqaşkirin. Komîteya Amadekar a Konferansa Partî û Hêzên Siyasî yên Kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku konferans di 20'ê vê mehê de li bajarê Qamişlo were lidarxistin.
Hate hînbûn ku konferans ji ber kêmbûna demê û hatina Cejna Newrozê, hat paşxistin.