Li Îranê daxwaza jinûve darizandina gerîlayê HPG'ê hate redkirin
Daxwaza jinûve darizandinê ya gerîlayê HPG'ê Hatem Ozdemîr hate redkirin ku di encama êrîşeke hêzên Îranê de bi birîndarî dîl hatibû girtin û piştre cezayê darvekirinê lê hate birîn.
Daxwaza jinûve darizandinê ya gerîlayê HPG'ê Hatem Ozdemîr hate redkirin ku di encama êrîşeke hêzên Îranê de bi birîndarî dîl hatibû girtin û piştre cezayê darvekirinê lê hate birîn.
Gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr 2’yê Tîrmeha 2019’an li navçeya Makû ya bajarê Urmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê dikeve kemînê û ji aliyê pasdarên Îranê ve dîl tê girtin.
Gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr ku di sala 2019’an de li navçeya Makû ya Rojhilatê Kurdistanê dîl ketibû dest leşkerên Îranê û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, ji bo betalkirina biryarê, di 6’ê Hezîrana 2024’an de serî li dadgeha bilind da bû.
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê derbarê mijarê de daxuyaniyek parvekir. Li gorî rêxistinê duh Dadgeha Şoreş ya Urmiyeyê, daxwaza ji nûve dadgehkirina Hatem Ozdemîr, red kiriye û cezayî wî pejirandiye.
Hate gotin ku cezayê darvekirinê bi tometa ‘çekdarî’ li Hatem hatiye birîn û niha metirsiya darvekirinê li ser Hatem Ozdemîr heye.