Li navçeyên Amedê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li navçeyên Farqîn û Xana Axpar ên Amedê agirê Newrozê hate dadan. Gel bi coşeke mezin Newroz pîroz kir.
Li navçeyên Farqîn û Xana Axpar ên Amedê agirê Newrozê hate dadan. Gel bi coşeke mezin Newroz pîroz kir.
Li navçeya Farqîn a Amedê Newroz bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ku ji 7 heta 70 salî bi sedan kes tevlî bûn, govend hate gerandin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi axaftinên silavkirinê dewam kir.
Hevserokê Bajêr ê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Gurbuz got, "100 sal in li ser Kurdan polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê têne meşandin. Têkoşîna ku 50 sal in dewam dike, nêzî serketinê bûye. Em dixwazin peyama Birêz Abdullah Ocalan bigihêje pîrozbahiya 21'ê Adarê ya li Amedê. Rojên ku Rêbertî azad be li pêşiya me ne. Newroz pîroz be."
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Mûrat Kiliç got, "Bi xwedîderketina li vê bangê em ê civaka demokratîk ava bikin. Newroza Azadiyê li hemû gelan pîroz be."
Parlamentera Amedê Adalet Kaya got, "Newroz jinûve vejîn e. Newroz serhildan e. Agirê azadiyê yê di dilê jin û ciwanan de ye. Bi berxwedanê afirandina hebûna xwe ye. Ev Newroz Newroza azadiyê ya Rêbertî ye. Banga Birêz Ocalan banga heqîqetê ye, azadiya gelan e. Ev pêvajo wê azadiyê ji hemû gelan re bîne. Em nêzî jiyana azad û bi hev re ne. Ev bawaerî û hêvî di dilê me de heye."
Agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê û hilbijartina ve hate vêxistin. Bi yek dengî dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Seyîdxan Sevînç bi dawî bû.
XANA AXPAR
Pîrozbahiya li navçeya Xana Axpar a Amedê li Parka Nûjiyan ahte lidarxistin. Hevseroka Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşen Ozer li pîrozbahiyê axivî û got, "Piştî 27'ê Sibatê me 8'ê Adarê pêşwazî kir. Ji wê rojê ve em li kolanan, li qadan agir dadidin. Vê êvarê jî em ê dadin. Newroz kuk beriya hezar salî serhildana li hemberî Dehaqên zalim bû, îro jî li dijî Dehaqn têkoşîn e."
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan. Li gel baranê jî girseya gel qad neterikand û govend gerand.