Agirê Newrozê li bendava Tişrînê gur bû
Li ser bendava Tişrînê agirê Newrozê hat pêxistin û Şehîdên Efrîn û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn. Çalakvanên li bendavê wiha gotin, “Wê Newroza îsal bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Li ser bendava Tişrînê agirê Newrozê hat pêxistin û Şehîdên Efrîn û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn. Çalakvanên li bendavê wiha gotin, “Wê Newroza îsal bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Îro li bendava Tişrînê agirê Newrozê gur bû û şehîdên Efrîn û Bendava Tişrînê hatin bibîranîn. Çalakvanên li bendavê diyar kirin ku wê Newroza îsal bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Çalakvana bi navê Narîn Xêrzada diyar kir ku wê vegera li Efrînê misoger bibe û wiha got:" Efrîn tu caran nehat ji bîr kirin, em ê vegerin Efrînê. Em newroza 2025’ab bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û em ê bikin wesîleya vegera li Efrînê jî. Em li vir in em li bendava xwe ne û me agirê Newroza xwe jî gur kiriye."
Piştre find li dora bendavê hate pêxistin. Derdor bi wêneyên şehîdên bendavê û wesayîtên ku hatine rûxandin hate xemildandin û şehîd hatin bibîranîn.