Kişanak: Ji bo jinên rastî tundiyê tên em ê 24 saetan xizmetê bidin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi alîkariya şaredariyên navçeyên Amedê û saziyên jinan Îstasyona Alîkariya Lezgîn a li dijî tundiya li hember jinan vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi alîkariya şaredariyên navçeyên Amedê û saziyên jinan Îstasyona Alîkariya Lezgîn a li dijî tundiya li hember  jinan vekir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak diyar kir ku ew 24 saetan di xizmeta jinan de ne.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi alîkariya şaredariyên navçeyên Amedê û saziyên jinan, yekemîn Îstasyona Alîkariya Lezgîn a li dijî tundiya li hember jinan vekir. Bi boneya vekirina îstasyona alîkariya lezgîn a şideta ser jinan Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li odeya Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Li gel Kişanak, endamên saziyên jinan ên li hemberî tundiya li hember jinan têkoşîn dikin û xebatkarên daîreyên alîkariya bi jinan re yên şerdariyên Amedê di civînê de cih girtin.

'HEJMARA ME 444 79 49' E'

Di civînê de Kişanak axivî û diyar kir ku ev saleke ji bo avakirina îstasyona alîkariya lezgîn a li dijî tundiya li hember jinan dixebitin. Kişanak destnîşan kir ku 55 kes wê bi jinan re bibin alîkar û nîvê van xebatkarên kesên ku li ser mijara tundiya li hember jinan pispor in. Kişanak anî ziman ku ew li gel hemû saziyên jinan û daireyên alîkariya bi jinan re yên şaredariyan re dixebitin û wiha got: "Pêwîstiya jinan bi alîkariyekê hebû û me li ser vê pêwîstiyê ev xebat da destpêkirin." Kişanak diyar kir ku ji bo jinên li gund, navçe û di nava bajar de ew ê alîkarî bikin û wê bi awayekî lezgîn bigihin pirsgirêkên jinan. Kişanak derbirî ku ew ê 24 saetan di xizmeta jinan de bin û wiha got: "Wê çar hevalên me 24 saetan li ser telefonê bin. Bi zimanê Kurdî (Kirmanckî-Kurmancî) û Tirkî di xizmetê de ne. Eger jin rastî tundiya psîkolojîk, ekonomî, tacîz, hiqûqî yan jî fizîkî hatin dikarin li me bigerin. Hejmara me 444 79 49' e. Hûn dikarin hemû demên rojê li me bigerin.

MALA ÇAREM A PARASTINA JINAN VEDIBE

Kişanak destnîşan kir ku jin gelek tundiyên ku dibînin neçarin bipejirînin û bang li jinan kir ku ew ê ji bo her curê tundiyê li cem jinan bin. Kişanak da zanîn ku piştî alîkariya yekem, li ser xwesteka jinan wê her cure alîkarî bidin jinan, eger jin bixwaze dikare li maleke parastinê jî bi cih bibe. Kişanak anî ziman ku têkiliyên wan bi malên parastinê yên bajarên din re jî hene, eger jin bixwazin dikarin derbasî wan cihan jî bibin wê bibin alîkar.

'PÊWÎSTE JIN LI HEMBERÎ TUNDIYÊ BÊN HIŞYARKIRIN'

Kişanak da xuyakirin ku heta niha li Amedê 3 malên parastina jinan hebûn, niha jî ji bo vekirina malek din Şaredariya Peyasê kar dike. Kişanak diyar kir ku tişta herî giring ewe ku jinan li ser tundiyê bi hişmendî bikin û wiha axivî: "Divê jin bên hişyarkirin ku tundî çi ye û wê çawa mafê xwe biparêzin. Ji bo vê jî di programa 25'ê Mijdarê Roja li dijî Tundiya li hember Jinê ya Cîhanê de xebatên wan li ser vê mijarê hene. Ji bo jin li dijî tundiyê bi hişmendî bin em ê semîneran bidin û filmên kurt bidin temaşekirin."