SOHR: Li Sûriyeyê di nava 100 rojî de 4 hezar û 711 kes hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Esad herî kêm 4 hezar û 711 kes hatine kuştin û di nava van kesan de 1.805 kes bêyî daraz hatin kuştin.

SOHR’ê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Çûna Beşar Esad ya ji Sûriyeyê ya sed rojî beriya niha  û belavbûna hêzên leşkerî û ewlehiyê bûn sedem ku li hemû bajarên Sûriyeyê pirsgirêkên ewlehiyê rû bidin.’’

SOHR’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hêzên çekdarî yên kontrola herêman xistine di bin destê xwe de û ev yek anî ziman: ‘’Kesên îradeya wan lawaz, kêmasiyên ewlehiyê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar anîn û mal û milkên raya giştî talan kirin. Her wiha li gelek bajaran ji ber sedemên mezhebî û siyasî komkujî û kuştin pêk hatin.’’

Hate belgekirin ku di serdema navbera 8’ê Adara 2024’an û 18’ê Adara 2025’an de li gelek bajarên Sûriyeyê ji ber sedemên cuda 6.316 kes hatine kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku di nava van de 4.711 welatiyên sivîl hene. Ji van welatiyên sivîl 4.172 kes zilamên ciwan û temenmezin in, 345 kes jin in û 194 kes jî zarok in.

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku li Sûriyeyê mîlîtarîzasyonên mezhebparêz li hemberî yekîtî û aramiya herêmê weke gefekê ne û rê li ber cihêbûn û lidarxistina çalakiyên hemberîdanê vedikin.