Li Qoserê Newroza herî bi heybet a salên dawî

Navçeya Qoser a Mêrdînê şahidî yek ji pîrozbahiyên herî bi heybet ên Newrozê yên salên dawî re kir. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bang li dewletê kir ku gavê biavêje û nexşerêya xwe eşkere bike.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi hezaran kesî Newroz bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê" pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de ku li qada Otogarê pêk hat, girseya gel bi nîşaneya serketinê dirûşma 'Bijî Newroz' qîriya.

Weke bajarên din li Qoserê jî qada Newrozê bi kincên gelêrî yê girseya gel xemilî. Newroza îsal bû yek ji Newrozên herî bi heybet ên salên dawî.

Di pîrozbahiyê de posterên Rêber Apo û yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan hate hildan. Her wiha wêneyên Cîhat Turkan (Çiyager) û Mahsûn Korkmaz (Egîd) hatin hildan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê komîteya amadekar Hevserokê Navçeyê yê DEM Partiyê Abîdîn Ûnay axivî.

Piştre Wekîla DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî û wiha got: "Ferhat Kûrtay û hevalên wî dema ku Ferhat Kûrtay û hevalên xwe bi çirûskekê bedena xwe dan ber agir, dizanîbûn ku wê çirûsk belav bibe. Îro ew çirûsk di dilê milyonan de ye." Aydenîz ku axaftina wê gelek caran bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qutkirin wiha berdewam kir: "Vî gelî bi salan berdêlên mezin da. Bi saya van berdêlê em hatin vê rojê. Lê belê çawa ku em dev ji têkoşînê bernadin, hikûmet jî êrişên xwe yên li hemberî me nasekinîne. Lê em ji vir dibêjin; em ê hemû êrişên wan vala derxin."

Salîha Aydenîz qetilkirina malbateke ji 9 kesan ku 7 jê zarok in li Kobanê hat qetilkirin bibîr xist û ev êriş şermezar kir û wiha got: “Divê ev êriş di dema herî nêz de bê ronîkirin. Van rojan dengên provakasyonê tê guhê me. Her gava ku ji bo aştî û azadiyê gavek tê avêtin, provokasyon rû didin. Ji bo vê jî divê dewleta Tirk vê êrîşê ronî bike. Ev ne pirsa parastina sînoran e, ev êrîşeke duyemîn a Roboskî ye, komkujiyeke duyemîn a Parîsê ye. Pêwîste di zûtirîn demê de zelal bibe.”

Saliha Aydenîz diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirk û Rojhilata Navîn e û wiha got: "Em amade ne. Ez meraq dikim ka ew jî amade ne? Gel, ciwan û jinên Qoserê, em li cem birêz Ocalan in. Ocalan mîsyona herî mezin daye jin û ciwanan. Em weke ciwan, weke jin ji vê pêvajoyê re amade ne. Ji bo pêkanîna demokrasiyê, ji bo aştiyeke bi rûmet, ji bo gelên Rojhilata Navîn bi hev re û bi hev re bijîn, em ê vê banga dîrokî xwedî derdekivin û dê bigihêje armanca xwe. Em ê vê pêvajoyê baş fêm bikin da ku em rola xwe bilîzin. Ji ber ku em ji xwe, ji sekna xwe û Rêberê xwe piştrast in. Em bi wî bawer in. Eger em vê bangê hembêz bikin, divê were zanîn ku birêz Abdullah Ocalan wê azad bibe, ew ê azad bibe."

Piştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî, komkujiya li Kobanê şermezar kir û wiha got: "Dema em li vir ji bo aştiyê têdikoşin, li cem me gelê me, birayên me û hemwelatiyên me qetil dikin. Wezîrê Parastinê derdikeve û dibêje ku ew ê destûrê nede ti kes pêvajoyê sabote bike. Lê yên ku sabote dikin ew in. Îro li her dera Kurdistanê mirov tên kuştin. Em vê siyaseta durû qebûl nakin. Eger hûn samîmî bin, dest ji van kirinan berdin."

Bayindir bal kişand ser komkujiyên li dijî Elewiyan bi avakirina hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê re û wiha axivî: "Eger li Sûriyeyê pêşerojeke demokratîk hebe, wê bi modela Rojava re be. Ji bilî vê modeleke ku bi kêrî gelên Sûriyeyê were nîne. Ji bo vê jî divê hemû cîhan piştgiriyê bide Rojava. Modela Rojava modeleke însanî, exlaqî û azadiyê ye. Eger Tirkiye wê pirsgirêka Kurd çareser bike, divê bi hemû cîranên xwe re li ser şert û mercên baş be. Li dora wî mirovên Kurd hene. Ji ber vê yekê em dibêjin gelê Kurd dê banga Birêz Ocalan hembêz bike. Demeke kin piştî banga Birêz Ocalan, di nava saetan de ji aliyê Kurdan ve gavek hat avêtin. Niha pêwîst e dewlet gav bavêje."

Bayindir bi lêv kir ku gelê Kurd girîngiyê nade axaftinên ji hêla desthilatdariyê tên kirin û wiha berdewam kir: "Gelê Kurd dixwaze dengê Birêz Ocalan bibihîze. Gelê Kurd dixwaze birêz Ocalan di nava xwe de bibîne. Di televîzyonan de diçin dibêjin bila PKK çekên xwe deyne. Wezîrê Dadê wiha dibêje. Wezîrê Dadê, karê we ne ew e ku hûn bang li PKK'ê bikin ku çekan deyne. Bi hezaran hevalên me hene ku bi rengekî neheq li girtîgehan hatine girtin. Neheqî li her derê zêde dibin. Eger ji bo PKK'ê banga çekdanînê were kirin, yê ku ev kir Birêz Ocalan bû. Ev ne karê te ye."

Bayindir polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: "Dest ji siyaseta xapandinê berdin. Rêbaza we ji bo çareseriyê çi be, pêşniyara we ya çareseriyê çi be? Nexşerêya xwe rave bikin.”

Bayindir, diyar kir ku ew ê peyama "Abdullah Ocalan, em bi milyonan li pişt we ne" bidin. Bayindir axaftina xwe bi pîrozkirina Newrozê careke din bi dawî kir.

Piştî axaftinan ciwanan agirê Newrozê pêxistin. Her ku agirê Newrozê hate pêxistin girseyê bi slogana; "Biji Serok Apo" coşa xwe anî ziman.

Pîrozbahiya Newrozê bi derketina ser dikê ya Banda Awesta dewam dike.