Rahşan Aydin a ku 118 rojin di greva birçîbûnê de ye xistin hucreyê

Rahşan Aydin ku li Girtîgeha Şakranê 118 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye bêyî refeqetvan li gel hebe xistin hucreyê.

Diyar bû li Girtîhgea Jinan a Hejmar 1 a Şakranê girtî Rahşan Aydin ku 118 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye avêtin hucreya yek kesî. Aydin beriya 2 salan li Amedê hatibû destgîr kirin û piştre bi îdîaya “endama rêxistinê” û “rêvebera rêxsitinê” hate girtin û cezayê heta hetayê lêhate birîn. Diyar bû cezayê Rahşan Aydin ji aliyê Serzdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind hatiye erê kirin xistine hucreyê.

Diyar bû Aydin a ku ji 26’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye, rewşa tenduristiya wê xirabe û bêyî ku refeqetvan li gel hebe xistine hucreyê.