Qanûn jî Fatma Şahîn jî bi kêrî jinan nehat

Qanûn jî Fatma Şahîn jî bi kêrî jinan nehat

‘Diyariya 8’ê Adarê’ ya hikûmeta AKP’ê ya ji bo jinan Qanûna Pêşîlêgirtina li hemberî Tundiyê û Parastina Malbatê piştgiriyeke erênî neda jinan. Ji 8’ê Adarê heta niha jin ji aliyê mêran ve dîsa hatin kuştin, dadgehan dîsa kujer serbest berdan. Parêzer Funda Ekîn jî ji bo guherînan got ‘di gotinan de’ ma û li gorî Ekîn ligel qanûn û Fatma Şahînê der barê jinan de tiştekî baş çênebûye.

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Fatma Şahîn wekî ‘diyariyekê’ Qanûneke der barê Pêşîlêgirtina li hemberî Tundiyê û Parastina Malbatê di 8’ê Adara 2012’an de xist meriyetê.

Lê hikûmeta AKP’ê ku propagadaya qanûnê kir û diyar kir dê pêşî li şîdeta li hemberî jinê bigire, ji aliyê gelek rêxistinên jinan re hat rexnekirin. Rêxistinên jinan îtîrazê qanûnên kirin û gotin ku têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê di çarçoveya parastina malbatê de nayê nirxandin û gotin; ‘Jin nayê parastin malbat tê parastin.’ Îtîraza jinan a din jî ew bû ku di qanûnê de têgeha ‘Zayenda civakî’ cih negirtiye. Her wiha ji ber ku di qanûnê de zêdekirina hejmara stargehan cih negirtibû jî hat rexnekirin.

Rêxistinên jinan diyar kiribû divê pêşî hişmendî biguhere û di 10 mehên borî de fikarên me mafdar derktin. Jin dîsa rastî şîdetê hatin, dadgehan sûcdar ceza nedanê. Jinên serî li qerewolan dan ji wan re hat gotin; “Stargeh nîne” û şandin malê.

GUHERÎN TENÊ DI GOTINAN DE MAN

Ji Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst Parêzer Funda Ekîn beriya 25’ê mijdarê roja têkoşîna li hemberî tundiya jinê ji ANF’ê re axivî û ji bo guherînan jî got tenê di gotinan de maye.

Ekîn da zanîn ku ku rêxsitinên jinan di dema amadekarina qanûna hejmar 6284’an de bi wezaretê re hevdîtin kiriye û gotina bila ‘hişmendî biguhere’. Ekîn mînakeke ku nîşan dide zîhniyet neguheriye nîşan da: “Mêrekî ku hevsera xwe ji şaneşînê de diavêje, di girtîgehê de nameyên tehdîdê dişîne û ligel vê serbest tê berdan. Her wiha wezaretê jin xistibûn bin parastinê û doz dişopand. Serlêdana wê ya Mor Çatiyê jî hebû.”

BINGEHA PRATÎK A QANÛNÊ TUNE

Ekîn da zanîn di qanûnê de gelek tiştk wekê tên vegotin tê dîtin lê bingeha wê tune û wiha got: “Di piratîkê de gelek pirsgirêk çêdibin. Em pirsa ‘Di qanûna parastinê de bi ‘qeyda veşarî, qeyda SSK ya veşarî û guhertina nasnameyê’ serlêdan bo saziyan tê kirin’ dikin û em bersiva ‘ev di pratîkê de çawa tê kirin nayê zanîn’. Em bi hevkariya dadgeha hem ji bo SSK û hem jî bo nifûsan nivîsê didin nivîsîn û em serlêdanên kesane dikin. Mînak du jin û du zarok qeyda wan a veşarî piştî têkoşîna dirêj hat kirin. Lê ji ber şaşiyeke sîstemê bavê wan cihê wan tesbît kir. Dema me der barê vê de bi wezaretê re hevdîtin kir me bersiva ‘ em cara yekemîne vê dikin’ digirin.

Ekîn da zanîn ku ew li Mor Çatiyê jî bi dildarî parêzeriyê dike û wiha got: “Çar roj berê jinekek ku me şand qereqolê jêre tê gotin ku stargeh tune. Hemû tije ne. Qanûna di 8’ê Adarê de ket meriyetê ji bo jinan tu tişt neguhert û her tim bi heman awayî didome.”

Ekîn destnîşan kir ku divê pêşî zihniyet biguhere û ragihand tenê derxistina makeqanûnê tu tiştekî îfade nake.