BI DÎMEN

Prof: Kothari: Abdullah Ocalan lîderekî enternasyonal e, divê em berê xwe bidin wî!

Ji raportorên NY'yê Prof. Miloon Kothari anî ziman ku fikrên Rêber Apo û yên Mahatma Gandhi dişibin hev û got, "Dema ku min nivîsên Abdullah Ocalan xwend, dît ku lîderekî navneteweyî ye. Divê em berê xwe bidin Abdullah Ocalan."

'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a 27'ê Sibatê ya Rêber Apo li Zanîngeha Cenevreyê hate nîqaşkirin. Navenda Mafên Mirovan a Cenevreyê, Tora Piştevaniyê ya Serhildan, Navend Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê û Sendîkaya Xwendekaran a Cenevreyê CLAE li kampusa Uni-Mail a Zanîngeha Cenevreyê bi serrnavê 'Bang û înîsiyatîfa Abdullah Ocalan. Li Kurdistan û cîhanê projeyên ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk' konferansek lidar xistin.

Parêzerê Swîsreyî Olivier Peter modaratorî ji konferansê re kir û endama KNK'ê Nîlufer Koç û ji profesorên Enstîtuya Lîsansa Bilind a Karên Pêşveçûnê û Navneteweyî ya Cenevreyê û yek ji raportorên Neteweyên Yekbûyî Miloon Kothari weke axaftvan beşdarî konferansê bûn.

OLIVIER PETER: EDALET NEBE AŞTÎ JÎ NABE

Di destpêka konferansê de parêzer Olivier Peter axivî, bal kişand ser pêvajoya ku Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd da destpêkirin û destnîşan kir ku Cenevre ku li qdaa navneteweyî cihekî girîng e, divê bibe piştevanekî girîng ê vê pêvajoyê. Peter wezîfeya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêkanîna aştiyê ya li cîhanê bi bîr xist û got, "Li gorî peymanên navneteweyî ku her welatekî endamê Neteweyên Yekbûyî mohra xwe danîne binî, berpirsyara wan e ku piştgiriyê bidin pêvajoyên aştiyê û pêkanîna aştiyê."

Peter diyar kir ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd jib o çareseriya pirsgirêka Kurd di pêvajoyeke biryardana dîrokî de ne û got, "Em li ber pêvajoyeke dîrokî ne. Îro li Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran mirov li benda edaletê ne. Ev pêvajo ne tenê tê wateya çekdanînê, di heman demê de divê sedemên ku şer bi xwe re anîne ji holê bêne rakirin. Em hemû baş zanin ku edalet nebe aştî jî nabe."

NÎLUFER KOÇ: LI GEL ŞERÊ GIRAN JÎ DEWLETÊ NEKARÎ BI KURDAN

Piştî Peter siyasetmedara Kurd Nîlufer Koç axivî. Nîlufer Koç bal kişand ser aliyê dîrokî yê pirsgirêka Kurd û pêvajoya ku Rêber Apo afirandiye. Nîlufer Koç bib îr xist ku dewleta Tirk di bin navê 'Plana çalakiyê ya têkbirinê' de 10 salên dawî bi hemû hêza xwe li hemberî Kurdan şer kir û got, "Li gel êrîşên ehrî giran jî nekarî Kurdan têk bibe. Armanca wan a bingehîn ew bû ku hem li Sûriyeyê herêma xweser, hem jî PKK'ê bi temamî ji holê rakin. Lê bele nekarîn vê bikin. Kurdan berdêlên giran dan, lê belê bi navê azadiyê li ber xwe dan."

Nîlufer Koç anî ziman ku bi bandora bûyerên li cîhanê û Rojhilata Navîn dewleta Tirk careke din bi Rêber Apo re dest bi pêvajoyekê kir û got, "Ev daxwaz ji aliyê herî neteweperest ê dewletê, yanî ji Devlet Bahçelî hat. Her wiha bang li Rêber Apo kir ku li meclîsê biaxive. Rêber Apo bersiveke erênî da vê gavê. Kurd gelekî polîtîk e. Dewletê li gel hemû hêza xwe nekarî îradeya gelê Kurd bişikîne. Rêber Apo ev rewş hemû li ber çavan girt û ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû bangeke dîrokî kir."

'PKK'Ê MÎSYONA XWE BI SERKETÎ TEMAM KIR'

Nîlufer Koç bal kişand ser girîngiya banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û got, "Rêber Apo dibêje PKK'ê mîsyona xwe bi serketî qedandiye. Beriya PKK'ê Kurd ditirsiyan ku nasnameya xwe eşkere bikin. Bi saya destketiyên girîng ên ku PKK'ê afirand, Kurdan destketiyên girîng wergirtin. Êdî kes nikare wan înkar bike û ji nedîtî ve bê. Rêber Apo demeke nû datîne pêşiya Tevgera Azadiyê ya Kurd. Dixwaze paradîgma û fikrên wî li her derê bikevin meriyetê."

'DIVÊ EM JI BO AZADIYA RÊBER APO TÊBIKOŞIN'

Nîlufer Koç bal kişand ser biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û anî ziman ku bicihhatina van biryaran bi gavên hiqûqî û polîtîk ên şênber ên dewletê ve girêdayî ye. Nîlufer Koç diyra kir ku Rêber Apo dixwaze hemû beşan tevlî pêvajoyê bike û got, "Beriya ku banga dîrokî bike name ji gelek derdoran re nivîsî, fikrê wan wergirt. Îro jî dixwaze vê pêvajoyê civakî bike. Niha dixwaze bi derdorên entenelektuel re hevdîtinê bike, bi wan re nîqaş bike û nêrînên wan werbigire. Di vê çarçoveyê de kampanyayek bi navê 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' hate destpêkirin. Divê her kes piştgiriyê bide vê kampanyayê û daxwaza azadiya Rêber Apo bike."

KOTHARI: GELEK TIŞT HENE KU EM JI ABDULLAH OCALAN HÎN BIBIN

Ji profesorên Enstîtuya Lîsansa Bilind a Karên Pêşvebirinê û Navneteweyî ya Cenevreyê û ji raportorên Neteweyên Yekbûyî (NY) Miloon Kothari têkildarî girîngiya fikrên Rêber Apo pêşkêşiyek kir û got, "Gelek tişt hene ku em ji Abdullah Ocalan û tevgera Kurd hîn bibin."

Prof. Kothari got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd bi qasî wêrekiya xwe her wiha tevgereke îdolojîk e. Birêz Abdullah Ocalan bi fikrên xwe tevgereke welê afirand ku li cîhanê mînaka xwe nîne. Hêmana esasî ya ku Abdullah Ocalan û tevgera Kurd ji yên din cuda dike ew e ku fikrên wî dikevin meriyetê, yanî di pratîkê de bersiva xwe dibîne. Ev yek rewşeke hêsan nîne."

Kothari destnîşan kir ku Rêber Apo fikrên xwe li ser bingeha dîtina rastiya xwe û konsepta konfederalîzma demokratîk da rûniştandin û got, "Abdullah Ocalan xwedî taybetmendiyeke welê ye ku hem ji bo gelê Kurd û tevgea xwe, hem jî ji bo herêmê û qada navneteweyî rastiyê dibîne. Li gorî van rastiyan jî fikir û polîtîkayê diafirîne. Li ser bingeha fikrên wî gelekî girîng e ku civak ji her alî ve xwe zane bike. Tespîta wî ya ku digot 'Têkoşîna civakî dewam dike' gelekî girîng e. Bi tezên xwe yên Konfederalîzma Demokratîk re jiyana bi hev re ya cihêrengiyan ji xwe re dike esas. Sînorên ku di navbera gelan û cihêrengiyan de hatiye danîn red dike, azadiya jinê dike navenda fikrên xwe û guehrtineke radîkal diparêze. Dewletê red dike yan jî diyar dike ku divê dewlet li ser neteweyekê ava nebe. Bi rengekî radîkal wê yekê diparêze ku azadî û demokrasiya civakî tenê bi azadiya jinê pêkane."

'NE TENÊ AZADIYA JINÊ DIPARÊZE, HER WIHA ZANISTIYA WÊ JÎ DIAFIRÎNE'

Kothari bi dewamî got, "Abdullah Ocalan diyar dike ku azadiya jinê û wekhevî ne tenê nîşaneyeke wekhevî û azadiya civakî ye. Di heman demê de destnîşan dike ku divê li gorî vê yekê teorî, bername, rêxistinî û mekanîzmayên çalakiyê bêne afirandin. Di vir de jî karên wî yên jineolojiyê (zanista jinê) gelekî girîng e. Di vê çarçoveyê de fikrekî wî yê din ê bi wate û cihê îlhamê ew e ku mafên kesayet û kolektîf (civakî) parçeyek ji têkoşîna azadiyê ye. Li gorî vê nêzîkatiyê, pîvanên maf û azadiyê dema ji bo çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûnê bê bikaranîn, gava mafên kesayet û kolektîf bi rengekî sûnî ji hev bêne cudakirin hingî dibe sedema pirsgirêkan. Cihêkariyeke bi vî rengî li dijî xwezaya civakê ye. Maf û azadî bêyî şexs nabe. Bêparhiştina şexs ji maf û azadiyê tê wateya bêparhiştina ji mafên kolektîf û azadiyê. Di heman demê de ya berevajî vê jî derbasdar e. Eger tu ji mafên kolektîf û azadiyê bêpar be, kesayetê nava de jî wê bi heman rengî be. Bi kurtasî maf û azadî nabe ji hev cuda bê dîtin; tenê hem şexs û kolektîf vehewand, hingî rastiyeke parvekirinê û bi wate diafire. Yek ji aliyê herî xurt ên tevgera Kurd ev e: avaniya kolektîf ji xwe re dike esas, di heman demê de jî mafên şexsî ji nedîtî ve nayê."

'ABDULLAH OCALAN PIRSGIRÊKA EKOLOJIYÊ WEKE RAPERÎNEKE XWEZAYÊ PÊNASE DIKE'

Prof. Kothari têkildarî girîngiya ku Rêber Apo dide ekolojiyê jî axivî û got, "yek ji pirsgirêkên bingehîn ên vê serdemê meseleya ekolojiyê ye. Ev mijar niha li Neteweyên Yekbûyî tê nîqaşkirin û li tevahiya cîhanê bi pêşengiya jinan seferberiyek çêbûye. Nivîsên Abdullah Ocalan ên li ser vê mijarê, wê weke jiyaneke ekolojîk dinirxîne. Ya ku diqewime jî weke 'Raperîna xwezayê' pênase dike.

Abdullah Ocalan dibêje çi ji bo jinan derbasdar be ji bo hawirdorê jî derbasdar e. Her ku zanistiya ekolojiyê bi pêş ket, berpirsyarî jî bi pêş dikeve. Bi pêşketina berpirsyariyê re tevger jî mezin dibe. Ev qad qada herî berfireh a tevgerên civaka sivîl e. Di heman demê de qadeke têkoşînê ye ku sosyalîstan û anarşîstan li hev kom dike. Yek ji tevgerên ku muxalefeta li sîstemê herî zêde lê tê hîskirin e, ji ber ku yekser bandorê li tevahiya civakê dike. Tevlîbûna li têkoŞîna hawirdorê êdî ji neteweyan wêdetir, di asta navbera çînan de ye. Gelekî girîng e ku hewldana mirovî, berxwedêrî û kapasîteya wê bi ahengiya bi xwezayê re bê nirxandin."

'NÊRÎNÊN ABDULLAH OCALAN Û GAHNDI DIŞIBIN HEV'

Prof. Kothari anî ziman ku di navbera Rêber Apo û lîderê rûhanî û siyasî yê Tevgera Serxwebûnê ya Hindistanê Mahatma Gandhi de ji aliyê fikrî ve gelek aliyên dişin hev hene û got, "Em jî bi pirsgirêkeke bi heman rengî ya mêtingeriyê re rû bi rû ne. Divê em jî têbikoşin. Û li Hindistanê tişta balê dikişîne ev e: Fikir û pratîkên ku ji Brîtanyayê serbixwe bû hîn jî di nava tevgerên civakî de hene. Ev rewş bi banga Abdullah Ocalan re ji bo afirandian firsendên nû dibe ku dersên xwe yên girîng pêşkêş bike. Eger îro ewlehî û aştiya global ketibe rewşeke hesas ku dikare bişikê, hingî divê em jiyan û karên Mahatma Gandhi jinûve di ber çavan re derbas bike. Pênaseyên bingehîn ên ku wî danî holê, divê em lê bipirsin bê hîn jî derbasdar in yan na.

Li gorî min ev pênase hîn jî derbasdar in. Di bingeha tevkariya Gandhi de pênc pîvanên bingehÎn hene û ev pîvan îro jî ji bo tevgerên azadiyê yên li cîhanê dikarin bibin çavkaniya sûdwergirtinê.

Yek ji vana a yekemîn bêşîdetî ye. Ji ber ku tevger ketiye merheleyeke têkoşîna bêşîdet, ev yek bi taybetî ji bo têkoşîna Kurdan gelekî girîng e. Ya duyemîn jî têgeha ku bi navê Satyagraha tê zanîn; ev tê wateya 'hêza heqîqetê' û rêgeza manewî û exlaqî ye ku rê li ber berxwedana bêşîdet vedike. Têgeha sêyem Sarvodaya ye; Yanî 'aramıya her kesî ' ye. Ya çaremîn jî Swaraj e, ango 'xwerêveberî' her wiha tê wateya 'xwe bi xwe rêvebirine'; ev yek hem bi azadiya takekesî hem jî bi azadiya civakî re ji nêz ve têkildar e. Di dawiyê de, prensîba emanetgir (trusteeship) heye, ev yek jî tê wateya li hember dewlemendiyên sererd xwe berpirsyar dibîne û çavkaniyên wê bi awayekî adilane parve dike. Ji bo Gandî, Satyagraha an jî hêza berxwedana aştiyane ya bi rastî, gelekî girîng bû. Vê fikrê îlham da gelek tevgerên cîhanê.

Dema ku em li têgehên ku ji hêla Gandî ve hatine pêşkêş kirin dinêrin, em dikarin bibînin ku ew ji gelek aliyan ve dişibin ramanên Abdullah Ocalan. Dema ku em avahiyên xweser ên li deverên cûda yên cîhanê hatine damezrandin lêkolîn dikin, em fêm dikin ku gelên xwecihî jî bi pirsgirêkên ku gelê Kurd pê re rû bi rû dimînin re rast tên. Ji van wekheviyan gelek tişt hene ku em fêr bibin. Ji ber ku gelek gel hîn jî bi awayên cûda bi mêtingeriyê re re têdikoşin.

'DIVÊ KURD MEKANÎZMAYÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HÎN BAŞ BI KAR BÎNIN'

Kothari ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgerên civakî yên li Hindistanê divê têkiliyên xwe hîn xurt bikin û got, "Ji bo min gelekî hêja bû ku li Hindistanê hin aktîvîstên Kurd nas kir, wan bi saziyan û tevgerên civakî re têkilî danîn. Ji van têkiliyan ehrdu alî dikarin gelek tiştan qezenç bikin. Civaka sivîl û tevgerên Hindistanê ji tecrûbeya xwerêveberiyê ya Kurdan dikarin gelek tiştan hîn bibin. û dixwazim axaftina xwe bi vê bangê bi dawî bikim: Gelekî girîng e ku têkoşîna Kurd bi Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî bi Bernameya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re hîn bêhtir di nava têkilî û danûstandinan de be.

Divê bi raportorên taybet û organên peymanê yên Neteweyên Yekbûyî re danûstandinan bikin. Bi taybetî Komîteyên Aborî, Civakî û Mafên Çandî gelekî girîng in; ji ber ku di peymanê de xaleke li ser mafê xwe (self-determination) heye ku ev yek ji bo xwerêveberiyê gelekî girîng e.

Bi dîtina min mekanîzmaya Lêkolînê ya Periyodîk ên Gerdûnî (UPR) gelek firsendan pêşkêş dike. Ev mekanîzma sîstemeke welê ye ku pêkanînên mafên mirovan ên hemû dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî ji aliyê welatên din ên endam ve têne lêkolîn. Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi rê ve biçe û pêşniyarên şênber ên meseleya Kurd zû bikevin rojevê, divê em hewl bidin. Di vê mijarê de ez ê kêfxweş bim ku bibim alîkar."

'ABDULLAH OCALAN LÎDEREKÎ ENTERNASYONAL E, DIVÊ EM BERÊ XWE BIDIN WÎ'

Kothari di dawiya pêşkêşiya xwe de got, "Herî dawî dixwazim vê bibêjim: Îro li cîhanê kêmasiyeke cidî ya lîderiya global heye. Lê belê dema ku nivîs û pirtûkên Abdullah Ocalan dixwînim, dema ku min tevgera Kurd ji nêz ve lêkolîn kir, dît ku Abdullah Ocalan ji aliyê lîderiya global ve yekî mînak e. Abdullah Ocalan lîderekî enternasyonal e, divê em berê xwe bidin wî."

Konferans piştî pêşkêşiyê bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.