Waliyê Stenbolê Avnî Mutlu ragihand ku li Tirkiyeyê ‘ji bo îşkenceyê tawîz tune ye’. Lê belê tiştên ku hatine serê Nebîha Araci, nîşan dide ka li Tirkiyeyê îşkenceyeke çawa ya sîstematîk heye.
Aşkere bû polîsên Navenda 75. Yil a Polîsan a Yenîborsayê ku bi îşkence û pêkanînên dijî mirovahiyê tên nasîn, bi awayeke dijwar li jina 43 alî ya bi navê Nebîha Araci xistine.
Jina bi navê Nebîha Araci ya di Girtîgha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê de ye, nikare xweş bimeşe, pirsgirêka wê ya hevsengiyê heye, û dibe di her kêliyekê de xwîn birije ser mejiyê wê. Araci dibêje: “Nexweşiya min ne penceşêr e, xwestin min bi îşkenceyê qetil bikin.”
ÎŞKENCEYA HOVANE
Nebîha Araci tiştên ku hatin serê wê wiha vegot: “Ez li ser riya Qereqola 75. Yil dibeziyam, polîsên sivîl di carekê de bi ser min de hatin. Nehiştin ez gotinekê jî bêjim û bi çekê li serê min û ruyê min xistin. Wisa bi şîdet li serê min xistin ku, derbeyên ku li bedena min diket min hîs nedikir. Serê min ji du cihan vebû û ez ji xwe çûm. Dema ez hatim ser hişê xwe ez li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Okmeydani bûm. 9 dirun li serê min û 4 jî li bivîla min xistin. Lê ji bilî vê evqas li serê min xistibûn aliyê paşê serê min ketibû aliyê hundir. Doktoran got dibe ku hema xwîn here ser mêjiyê min û ligel vê polîsan bi wî halê min ez bi nivîna nexweşxaneyê kelepçe kirim. Nehiştin malbat û parêzerên min werin cem min. ez 4 rojan li nexweşxaneyê hatim girtin. Piştre min veguhestin Edelliyeyê û ez hatim girtim.”
ÎDIA DEREWAND..
Araci îdiayên di çapmeniyê de derketin yên weke ‘Rêxistina DHKP-C’ê ji bo çalakiyan nexweşên penceşêrê hildibijêre’ jî derewand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nûçeyên ku derketine tu rastiya wê tune. Ez ne nexweşa penceşêrê me. Ev nûçeyên wisa mirovan reş dikin nîşaneya tirs û bêtehemuliyê ye. Qereqola 75. Yil ya Yenîbosnayê ne qereqoleke ji rêze ye. Vê navenda polîsan di 2007’an de Ferhat Gerçekê 17 salî ku bi hinceta kovara Yuruyuş difirot, gule lê barand û felc kir. Bi sedan mirov rastî îşkenceyê hatin. Ew der îşkencexaneye. Evqas mirov qetilkirin. Seqet hiştin. Bihêle polîs ceza bigire, tên xelat kirin. Ji ber vê jî li welatekî wisa ancax em bi destê xwe edeletê biafirînin.”
JI XWE EM JI TIBA EDLÎ DERKETIN…
Jineke din ya ku rastî şîdeta polîs hat Nurgul Acar bû. Di 11’ê kanûna 22012’an de li navçeya Gazîosmapaşa hate îdiakirin ku Acar bi çekê êrîşê polîs kiriye. Acar ji qereqolê heta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re, ji Tiba Edlî heta Edliyeyê rastî pêkûtiyên dij mirovane hat. Acar ya ku li girtîgeha Bakirkoy a Jinan girtiye der barê tiştên ku jiya wiha got: “Di encama lêdan û derbên polîs de ez ji ser hişê xwe çûm. Bi vî awayîi ez birim Qereqola navçeyê ya Gazîosmanpaşayê. Li vir bi komî li min dan û ez bi derbeyan hatim ser hişê xwe. Ev îşkence li TEM’ê jî berdewam kir. Piştî lêdaneke tund destê min ji piştre kelepçe kirin û avêtin hucreyê. Ez wisa dam sekinandin. Du roj û du şevan ligel ku dizanibûn ez di grevê de me, ne şekir û ne jî av dan min. her ku ez diçim nexweşxaneyê li min dixistin. Dema em ji Tiba Edlî derketin polîsan got, ji xwe em ji Tiba Edlî derketin, em dikarin lêdanê bidomînin.”