Polîsan li Zurîhê êrîşî çalakiya 8’ê Adarê kir

Li bajarê Zurîhê ya Swêdê, çalakiya bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê hatî lidarxistin.

Çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ya li Bajarê Zûrîh a Swêdê hatî lidarxistin ruxmê êrîşên polîsan jî didome. Tevgera Jinên Kurd û koma di nav de jinên Femînîst jî heyî di saetên nîvro de li Meydana Zûrîch Helvetia kom bûn.

Jinan li dijî astengiyên polîsan li ser rêya trafîkê çalakî pêk anîn. Li ser vê yekê polîsan êrîşî jinan kir û gelek  jin hatin destgîrkirin. Polîsan jinên ku destgîrkirî bi erdê ve kaşkirin. Di heman demê de bi bombeyên gazê jî êrîşî jinan kir.

Li hemberî van hewldanên polîsan yên astengkirinê jî jinan meşa xwe domand.