Polîsan li Amedê êrîşî jinan kir: 13 jin hatin destgîrkirin

Li Amedê 13 jinên ku dixwestin bi ‘çalakiya rawestandinê’ piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin destgîrkirin.

Li Semta Ofîsê ya Navçeya Yenîşehîra Amedê 13 jin hatin ba hev û bi armanca piştgirîdayîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 133 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye “çalakiya rawestandinê” li dar xistin. Jinên ku fûlarên wêneyê Leyla Guven li ser xistin stûyê xwe demek li ser kolanê rawestiyan. Polîsan dor li jinan girt.

DESTPÊKÊ LÊDAN, PIŞTRE DESTGÎRKIRIN

Polîsan ji jinan xwest ku belav bibin lê jinan di çalakiya xwe israr kir û polîsan êrîş kir. Hevseroka DBP’a Amedê Rewşen Karademîr, Hevseroka Rêxistina HDP’a Yenîşehîrê Demekt Ozkaran, Hevseroka HDP’a Sûrê Sevîm Coşkun, Endama Meclîsa HDP’ê Nevriye Çûr, aktîvîstên TJA’yê Safiye Akdag, Remziyet Sizici, Ronda Bat, Halîme Akyol, Leyla Înal, Ayten Aytîn û Ayfer Bakir di nav de 13 jin ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin destgîrkirin.

Dema polîsan 13 jin destgîr kir mertalên xwe bilind kirin û nehiştin kêliyê destgîrkirinê ji aliyê rojnamegeran ve bê kişandin.

FARÎSOGÛLLARÎ: BERXWEDAN WÊ BIDOME

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllarî hate Kolana Sanatê û got; “Leyla Guven 133 roj in di greva birçîbûnê de ye. Niha li dijî qanûn û hiqûqa dewletê ku kar nake berxwedan tê kirin. Wê dawiya vê zilmê were. Bila dost û dijmin baş bizanin ku ev berxwedan wê bidome û bila gumanê tu kesî nebe.”