Aktîvîstên Platforma Jinan ya Enqereyê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan ya Navneteweyî li Waqfa Piştevaniya Jinan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan diyar kir ku, ew dê di 25'ê mijdarê de dakevin qadan û bêjin "Jin, Jiyan, Azadî."
Aktîvîstên Platforma Jinan ya Enqereyê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan ya Navneteweyî li Weqfa Piştevaniya Jinan daxuyaniyek da çapemeniyê. Di civînê de Seroka ESP'ê ya Enqereyê Fadime Çelîk, Sekretera Giştî ya Perwerdeya BES'ê Meryem Çag amade bû. Li ser navê Platformê Sati Burnucu Çagli diyar kir ku, ew dê di 25'ê Mijdarê de li djî tundiyê li qadan bin. Çagli destnîşan kir ku, di serdema hikûmeta AKP'ê de tundiya li ser jinan zêde bûye û wiha got: "Ji bo em mafê xwe dixwazin em tên fîşkirin. Ji ber şer berdewam dibe herî zêde jinên Kurd, Tirk, Ermenî û Ereb ji vî şerî zirarê dibînin.
'EM BI ZIMANÊ XWE BI AXIVIN'
Çagli diyarkir ku, daxwazên wan yên li hemberî tundiya polîsan ya cop û lêdanê tên. Çagli aşkera kir ku, polîtikayên tundî, nefrîn û lêdanê her ku diçe zêde dibin û wiha got: "Em dê bi slogana "Jin, Jiyan, Azadî" dakevin kolanan.