Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek deveran daketin qadan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan di pîrozbahiyan de peyama ‘Heta hemû jinên li ser vê axê dijîn azad nebin, wê têkoşîn bidomin’ dan.

GIR KÊLEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê yên girêdayî kantona Qamişloyê li Seyrangeha Sîpan a li rojhilatê navçeya Girkê Legê kom bûn.

Şênî û endamên saziyên civaka sivîl tev li şahiyê bûn ku bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” çalakî kirin.

Di şahiyê de endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Zelfe Badro axivî û ev roj li tevahiya jinan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Zelfe rola jinan di civakî de li rex azarên wê di bin siyasetên zordestan de ku dixwazin wan ji civakê qut bikin û di malê de bihêlin, bi bîr xist û got: “Jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rizgar bûn û dê bi azadkirina Rêber Abdullah Ocalan şadiya me temam bibe.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Şehînaz Ebdo di şahiyê de axivî û diyar kir ku DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî, bi fînansekirina dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fikirê neteweya demokratîk û jinan dikin hedef.

Şehînaz wiha domand: “Bi rêya hedefgirtina jinan bi taybet jinên Ereb, dixwazin xof û fîtneyê di nava herêmê de biçînin û jinên Ereb neçar bikin ku ji Rêveberiya Xweser dûr bikevin.”

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rozelîn Azadî jî axivî û destnîşan kir ku jin bingeha destkeftiyên şoreşê ne, ji ber ku banga mafên gelan dikin.

Rozelîn di dawiya axaftina xwe de soza mezinkirinê têkoşînê da û diyar kir ku YPJ parêzvana welat û jinan e.

Piştre Koma Êlêna ya Navenda Çand û Hunerê û koma govendê ya girêdayî Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan berhemên xwe yên hunerî pêşandan.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

TIL TEMIR

Bi sedan jinên navçeyên Til Temir û Zirganê yên rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên, li qada Meclisa Malbatên Şehîdan  a Til Temirê 8'ê Adarê pîroz kirin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre bi navê Kongreya Star Zeyneb Murad axivî û 8’ê Adarê li tevahî jinan, têkoşer, şehîdên azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz û da zanî ku ew bi rihê 8’ê Adarê û li ser rêça têkoşeran dê asta têkoşînê bilind bikin.

Zeyneb Murad got: "Dîrok şahidê sûcên li dijî jinan e, îro em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin vîna jina azad bi rêya girtinên bêserûber û sûcan bişikînin."

Zeyneb Murad îşaret bi serdana Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re kir û wiha domand: "Komployên mezin li dijî me û gelê me pêk tên û hene. Komploya vê dawiyê jî pêşwazîkirina Başûrê kurdistanê ji serokê Itîlafê Nesir El-Herîrî re ye, lê belê em piştrast dikin ku em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember tevahî komployan bisekinin."

Ji fermandarên YPJ’ê Sosin Efrînê 8’ê Adarê li jinên cîhanê û têkoşeran pîroz kir û wiha got: "Hîna jî diruşma me li dar e, em li vir in û azadiya me, aştî, hezkirin û yasmîn jî li vir e."

Sosin Efrîn wiha berdewam kir: "Em YPJ’ê, ji destpêka şoreşê de heta niha me soz û sond daye û dîsa jî soza xwe nû dikin ku em ê ji gel û jinan re bibin mertal. Neşaneya vê yekê jî berxwedana têkoşer û qehremanên ku di eniyên şer de ne, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û têkoşerên enturnasyonalîst ên ji tevahî dewletên cîhanê"

Sosin Efrîn li dawiyê soza xwe ya rizgarkirina xaka zeytûnê, Serêkaniyê û Girê Spî nû kir.

Şahî bi pêşkêşkirina koma mûzikê û koma stranan a hunerên xwe û gerandina dîlanê bi dawî bû.

HELEB

Li bajarê Helebê şahiya 8`ê Adarê li herêma Şiqeyif li bakurê taxa Şêx Meqsûd bi tevlêbûna bi hezaran jin û şêniyên bajêr li dar ket.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Kongreya Star a kantona Şehbayê Newroz Efrîn axivî û behsa berxwedana ku jinên li Bakurê Kurdistanê nîşan didin kir û piştrast kir ku azadiya wan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye ku bi fikir û felsefeya xwe rê li pêşiya şoreşa jinên azad vekir.

Newroz wiha domand: “Divê tevahiya jinên li cîhanê bibin yek û bi rêya fikirekî li ser bingeha temambûna bi aliyê din  re rizgar bibin. Em soz didin ku dê li hemberî faşîsta li cîhanê bi ser kevin.”

Her wiha hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Umer jî axivî û got: “Ev roj ji bo zindîkirina têkoşîn û berxwedana jinan de ye ji bo pêşxistina şert û mercên jiyanê û bi destxistina mafên xwe yên jiyana bi rûmet e ku ji bo wê xwepêşendanan li dijî zordestiyê û zulmê li tevahiya cîhanê li dar dixin.”

Emîne îşaret bi têkoşîna jinên Sûriyê kir û diyar kir ku li Sûriyê jin ji ber şer, hat kuştin, rastî tecawîzê hat û ji mafên xwe bêpar man, ji lew re banga mezinkirina têkoşînê ji bo parastina jinên Sûriyê kir.

Di şahiyê de endama rêveber a Kongreya Star Amine Xidir axivî û got: “Edalet, rûmet û domandina jiyanê ji cewherên jinan e û ne gengaze jin bê van cewheran bi azadî bijî.”

Amine da xuyakirin ku dozên nakok ên li cîhanê bê çareserkirina doza jinan ne pêkane çareser bibin.

Şahî bi pêşendana çalakiyên hunerî ji aliyê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê û Kongreya Star û gerndina govendê ve dawî bû.

AMÛDÊ

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endama Kongreya Star Minewer Xalid axivî, 8'Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir û got:  "Em 8'ê Adarê li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan pîroz dikin ku ne ji keda wî baya jin nedigihiştin vê merheleyê û li tevahî jinên pêşeng ên ku toza koletiyê li ser xwe rakirin û serî ji zilma pergalên desthilatdar re netewand pîroz dikin."

Ji şervana YPJ'ê Zîlan Orkêş peyama fermandariya Giştî ya YPJ'ê ya bi boneya 8'ê Adarê xwend.

Piştre, Koma Jinên Ciwan a Navenda Hûrî ya Çand û Hunera Amûdê, Koma Şehîd Mizgîn, Koma Agirî, Koma Şehîd Dîlan a dîlanên foklorî, Koma Jineolojî ya Jinên Enternasyonalîst, Koma Şehîd Zîlan a navenda Çand û Hunera Dirbêsiyê û helbestvan Ferhad Merdê berhemên xwe pêşkêşkirin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo, pîrozbahiya 8'ê Adarê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Kongreya Star Mencê Heyder axivî, 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, jinên li eniyên şer ên berxwedana û jinên têkoşer ên di girtîgehan de pîroz kir.

Mencê soza xurtkirina têkoşînê, da.

Piştre bi navê YPJ'ê fermandar Roj Devrim jî axivî, 8'ê Adarê li jinên têkoşîn ên ji bo azadî, aştî, ewlehî û edaletê pîroz kir û wiha domand: "Serdemên serhildanên jinan ên li dijî zihniyeta baviksalarî û destûr û qanûnên wê li pey hev derbas dibin, jin banga guhertinê dike ku dê ji cîhanê re hevsengî û wekhevî û aştî li şûna wêranbûnê ava bike. Jinan gul û nan hilgirtin, ku nîşaneya mafê jiyaneke bi rûmet bêyî cûdabûn e."

Piştre Koma Sakîne, Koma Pala, Koma Botan, Koma Kulîlkên Rojava yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê stran pêşkêş kirin.

DÊRIK

Di pîrozbahiya li Dêrikê de, endama rêveber a Kongreya Star Wesfa Murad axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî jinên cîhanê re îsbat kir ku jinan ala fedekariyê hilgirtiye û di her qadan de, leşkerî, siyasî û qadên din de, hêza xwe îsbat kir.

Endama Rêveber a Kongreya Star a Dêrikê Şadiya El-Yûsif axivî û da zanîn ku jinan di roja xwe de tabloyeke bi rengên xwe yên xweş xêz kirin ku xweda zelalbûn û bedewbûna wê parast ji ber ku jin jiyan e.

Berpirsa Peymangeha zimanê suryanî Olaf Tao Rîm Îsrîal Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Berdêlên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak. Ji ber ku jinên herêmê efsanên lehengî û fedayetiyê raber kirine."

Piştre ji fermandarên YPJ'ê Xada Dêrik nameya YPJ'ê ya bi boneya 8'ê Adarê xwend.

Piştî axaftinan Koma Cûdî ya navenda Çand û Hunera Dêrikê, Koma Herêma Koçerat, Koma Kampa Newroz, Koma Înana a Suryanî û Koma Kevana Zêrîn li kantona Şehbayê stranên şoreşgerî û foklorî gotin.

TIRBESPIYÊ Û TIL HEMÎS

Di şahiya li Tirbespiyê de enadma rêveber a Kongreya Star Klara Odesa bal kişand ser beşdarbûna tevahî pêkahteyên herêmê di pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê bi hev re kir û got: "Dîrok wê bi destê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were nivîsandin, ji ber ku bi têkoşîn û şoreşa xwe ji cîhanê re bûne sembol."

Endama Fermandariya YPJ'ê Berfîn Hesen axivî û diyar kir ku YPJ'ê ji bo parastina welat û mafên jinan hatiye avakirin û diyar kir ku bi destekdayîna jinan ji YPJ'ê re ev yekîne bûye sembola berxwedana li cîhanê.

Endama rêber a Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Coza Hasûd diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin dikarî bibin rêvebera civakê, fermandarên eniyên leşkerî, ev hemû bi saya fikir û felsfeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Piştre koma Lorîn a dîlanên Erebî ya Til Koçerê, Koma Stêra Zêrîn a Qamişlo, Koma Çiya ya dîlanan a Til Hemîsê û hunermend Necla Elî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Şehîd Sakîne ya Şano ya Til Hemîsê şanoyek li ser tundiya li ser jinan û desthilata baviksalarî ya li ser jinan pêşkêş kir.

HESEKÊ

Di pîrozbahiya  Roja Jinan a Cîhanê ya li bajarê Hesekê de koma Girê Stêrk, koma Şehîd Arjîn û koma Jinên Ciwan hunerên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi şanoyekê ji aliyê koma Tolhildan a girêdayî navenda Xabûr a Çand û Hunerê bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Şahiya li navçeya Dirbêsiyê bi stranên foklorîk ên Koma Zîlan, govendên foklorîk ên koma jinan û gerandina xelekên dîlanan ji aliyê jinan ve bi dawî bû

ŞEHBA

Li Şehbayê pîrozbahiya 8'ê Adarê ji Tevgera Kevana Zêrîn a girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê ve li gundê Elûşê yê girêdayî navçeya Ehdasê hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê bi Kurd, Ereb û Tirkumenan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Dike û qada şahiyê bi alên Yekîtiya Jinên Azad, Tevgera Kevana Zêrîn, Kongreya Star û wêneyên şehîd Îlan Kobanê hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê destpê kir,  piştre Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîda Ebdo û Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê Werda Şêxo axivîn.

Axîveran Roja Jinan a Cîhanê li  rêberê gelê azad Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû jinan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dayik û hevjînên şehîdan pîroz kir.

Kesên axivîn diyar kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rizgarkirina jinan ji zilmê de ku ji beriya sedê salan pê re rû bi rû dima, xwedî roleke mezin e.

Di dawiyê de kesên axivîn soza şopandina fikir û felsefeya Ocalan heta rizgarkirina hemû jinên cîhanê û rizgarkirina herêmên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, da.

Piştre beşdaran guh dan dengê  Ocalan ê der barê rola jinan di rêvebirina civakê de.

Piştî wê çalakî bi gerandina govendan û şanoyên têkildarî girîngiya rizgarkirina jinan ji hişmendiya mêran berdewam kir.

REQA

Li Reqayê çalakiya 8`ê Adarê ku li Firqet 17 a li bakurê bajarê Reqayê li dar ketibû, bi stranên cuda bi dawî bû.

Koma Weter a Çand û Hunera Reqayê hunermenda bi navê Sîdra Mihemed bi zimanê Tirkumanî û Hediyat Ismet bi zimanê Kurdî, Yasmîn El-Esker bi zimanê erebî  stranên gelerî û berxwedana têkoşeran pêşkêş kirin.

Koma Nesaim El-Firat jî ya Dêra Zorê govendên foklorîk pêşkêş kir, Koma Reqayê ya Hunerên Gelerî govendeke kurdî pêşkêş kir û zarokên Dêrazorê jî komeke helbest xwendin.

Ji bajarê Minbic û Reqayê jî jinênên ciwan berhemeke "Taekwondo " pêşkêş kir.

Di şahiyê de bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Rêveberiya Jinan a Reqayê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Yekitiya Jinên Ciwan hatin xetatkirin.