Endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Pîroz Sîverek hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn di nava şerê desthilatiyê de ne û li hemberî vê yekê jî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên herêmê herê ku diçe mezintir dibe.
Pîroz Siverek ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û ji pencereya jinê ve pêşketin û bûyerên li Rojhilata Navîn nirxand. Siverek got: “Ji ber ku civaka ereban ji tevgereke pêşeng a azadîxwaz û demokratîk ku bikare temsîla vîna wan bike bê par e, ketiye bin kontrola hegemonyaya kapîtalîst. Ji ber vê jî li hin cihan ku navên wan bûye “şoreş”, lê tenê guhertineke erzan a desthilatiyê çêbûne. Bi taybet yasayên zayendperest ên li hemberî jinan hema bêje ji yên berê xirabtir bûn.”
Sivîrek destnîşan kir ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê rêxistinbûn û zanebûnê pêş xistiye û wiha axivî: “Em weke tevger xwedî wê biryar û îdiayê ne ku li herêmê bi perspektîfa îdeolojiyê ya li herêmê alternatîf e pêşengtiya siyasî pêş bixin. Lê ev yek tenê bi gelê Kurd re sînordar dimîne, di warê têkoşîna hevpar a gelên herêmê û jinan de kêmasiyên me hene. Em xwediyê wê îdîayên e ku vê rewşê derbas bibin û berxwedaneke hevpar pêş bixin." Sîverek destnîşan kir ku jin li Rojavayê Kurdistanê ji bo şoreşê pêşengtiyê dikin û di warê avakirina sîstemê de xwedî roleke girîng e. Siverek got: “Jinên Kurd dikarin li Rojavayê Kurdistanê, li Sûriyeyê jî ji bo jinên Ereb, Durzî û Ermenî modeleke ava bikin.”
Sîverek bal kişand ser tevlîbûna gerîlayên jin a hemleya gerîlayan ku di sala 2012 de pêk hat û got: “Hêza me jinan YJA-Starê di şerê gel ê şoreşgerî de pêşengtî kir û pêşentiya xwe bi awayeke bi bandor nîşan daye. Polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk pûç kirine.” Pîroz Sîverek diyar kir ku li gel vana hemû tiştên ku divê bên kirin ji yên hatine kirin zêdetir in û destnîşan kir ku divê şerê gel ê şoreşgerî yê sala 2012 di sala 2013 de vebiguhere serhildanan û avakirina sîstema xwe ya xweser.
Pîroz Sîverek ragihand ku wana weke tevgera jinê her sal bi dirûşimekê bi armanca pêşxistina zanebûna azadiyê ya jinan li dijî zayendperestiya civakî kampanyayek cûda pêş dixin û destnîşan kir ku îsal azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navenda armanca hemû tevgerê de ye. Siverek wiha berdewam kir: "Îsal em bi dirûşima 'Ji Rêber Apo re Azadî, ji Qirkirinê re Na’ me dest bi hemleyê kir. Di vê salê de em ê bi pêşengiya jin û dayikên xwe bala xwe bidin ser azadiya Rêbertiya xwe û li hemberî hemû polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk rawestin."
Sîverek da zanîn ku hedef dikin ku konferansa jinan a Rojhilata Navîn pêk bînin û wiha got: “Jinên kurd û yên herêmê mexdurên herî mezin yên şer in û bi xeteriyan re rû bi rû ne. Li herêmê û Kurdistanê îslama siyasî her diçe bilind dibe û ev jî di alî jinan de xeteriyên mezin nîşan dide. Em weke tevgera azadiya jinê divê di bin vê berpirsyariyê de tevbigerin û ji projeyên çaresriyê biafirînin û bikin pratîkê. Ev gelek giringe.” Sîverek destnîşan kir ku şer pirsgirêkên civakî û şîdeta li ser jinê zêde dike û da zanîn ku ev rewş bi polîtîkayên desthilatdariya siyasî ya îslmaî û cemeatê re şîdeta li ser jinê kurtir dike. Sîverek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku jinê bikin nav pergal û cemeatê ol weke amûreke bi bandor bi kar tînin. Ji dibistanan, heta kursan, ji bursan heta xebatên atolyeyê û heta sektorên fuhuş û tiryakê bi gelek rêbazên cuda êrîşê jinan dikin. Tevgera azadiya jinan dê ji bo bi jinan re têkoşîna hevpar bimeşîne hewl dibe. Di esasa hewcedariyê de dê di nav nêzîkatiyeke berpirsyar de be. Li ser vî esasî hin planên girîng pêşve birine. Yek ji van planan jî Konferansa Jina a Rojhilata Navîn e.”
Sîverek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di pêşvebirina yekitiya netewî ya demokratîk de rola jinê gelek girîng e. Em hêvî dikin ku konferansa me ya jinan dê di warê pêşvebirina polîtîkayên yekitiya netewî, berjewendiyên hevpar yên jinên kurd, gelê kurd, dê bi bandor be. Ji bo pêşvebiriya yekitiya netewî ya kurd a demokratî û bi hêzkirina wê rola pêşeng ya tevgera azadiya jinan a kurd gelek girînge û peywira me ya sereke ye.”
Sîverek di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew sala 2013’an di serî de li Ocalan û hemû kesên xwedî rumet pîroz dikin û da zanîn ku ew soza xwe ya ku dê bibin têkoşerên hêviyê nû dikin.