Peymana Stenbolê: Em biryarnameyê nas nakin!

Jinan diyar kirin ew bi biryarnameyê feshkirina Peymana Stenbolê nas nakin û gotin, ''Ti hikmê biryarnameyê nîne.''

Piştî rakirina Peyman Stenbolê di serî de li Stenbol, Enqere û Izmîrê jin derketin kolana. Li Newroza Stenbolê jinên ku ji Kadikoyê hatibûn Newrozê bi maskeyên li ber devê xwe, bi dowîzên, ''Peymana Stenbolê bi cih bîne'', ''Em ê yeka dî kêm nebin'' li qadan bûn. Jin li dijî rakirina peymanê pir hêrs bûn. Jinan gotin, ''Li gel ku ev nediket ber rayeyan wan jî bi rengekî nehiqûqî kirin. Ji wan weye ku tenê bi îmze û biryarnameyeke dikarin ji peymanê derkevin lê heta dawiyê em ê têbikşin. Em biryarê nasnakin. Em ê bi zorê heqê xwe bistînin.''

Jineke dî got, ''Ez pir bihêrs im, ji ber ku li şûna ku jinan biparêzin bi vê biryarê de wê tundiya li ser jinê zêdetir bibe. Dev ji rakirina vê peymanê biqerin, nîqaşkirina wê jî kelevajî ye. Çiyê wê nîqaş dikin ku li ser jiyana jinan talokeyê çêdike.''

Jineke dî got, ''Rakirina peymanê ewlehiya me ya jiyanê ku niha jixwe nîne dixe talokeyê. Heke ez xwe wiha hîs dikim, weke ku Erdogan li hêwana min a kincan rûniştibe û ez filan tiştî bêvan tiştî li xwe nekim, filan saetê nikarim derkevim derve hîs dikim. Tişta ku me ji malbat û partnerê xwe jî nedîtî dewlet tîne serê me, herî pir ev bêhna me teng dike. Li dewleteke wiha ku cezanekirin serwer e, dewlet wiha dibêje: Êdî tişta ku hûn bixwazin hûn dikarin bi jinan, LGBTÎ'yan bikin, jixwe we ceza nedistand niha rêya darizandinê û îstînafê jî digirim.''

Wekîla HDP'ê Zuleyha Gulum jî got desthilata Tirk tim ji bo ku desthilatdariya xwe qeyîm bike gavan davêje, daxwaza girtina HDP'ê jî, feshkirina peymana Stenbolê jî hewldana dîzaynkirina civakê ye û bi yasayan jî vê zextm dikin û got rabûna Peymana Stenbolê ne hiqûqî ye ji ber ku ev peyman ji hêla Meclîsê ve hatiye qebûlkirin û tenê bi meclîsê dikare were rakirin. Gulum got, ''Ji ber vê ne pêkan e ku bi biryarnameyê ev were kirin û ti hikmê vê biryarê nîne. ''