Şervana KKB/KOG'ê Îmera Fera Yeşîlgoz ji Herêmên Parastinê yên Medyayê peyamek bi dîmen weşand û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.
Yeşîlgoz bal kişand ser tundiya bi her awayî li jinê tê kirin û got, "Tundiya dewletê ya bi serweriya mêr, ne tenê azadiya jinê, her wiha mafê wê yê jiyanê jî ji dest digire."
Yeşîlgoz ji bo şerê li dijî kapîtalîzma bi serweriya mêr, bang li jinan hemûyan kir û got, "Roja ku dihate payin hat. Dem hatiye ku dawî li rêveçûna berê bê anîn. Jin; bi biryar bin, bibin yek. Berê xwe bidin bendan."
Şervana KKB/KOG'ê got, "Xwişatî hêza me ye. Hebûna vê hêzê misogeriya serketina me nêz dike."