Peyama Ayla Akat a ji bo 8’ê Adarê: Dengê me wê tevlî dengê we bibe

Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata a ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve rehîn hatiye girtin peyama 8’ê Adarê da û got: “Dengê me, soza me, wê li eywanan li qadan tevlî dengê hemû jinan bibe.”

Endama Desteya Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata ya ku di operasyona qirkirina siyasî de 2’yê Cotmeha 2020’ê rehîn hate girtin ji Girtîgeha Sîncarê peyama 8’ê Adarê da.

Ata 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û got: “Ez ê vê 8’ê Adarê tevî pandemiyê jî di mîtîngan de li gel hemû jinên govndê digerînin cih bigirim. Ez ê di vê 8’ê Adarê de li gel hemû jinên li eywanan, azadî û wekheviyê qîr dikin deng û soza xwe bidim.

Ez ê vê 8’ê Adarê li gel jinên di meşa şevê de mil bi mil in, carekî din bêjim; ‘Em canekî tin tenê jî kêm nabin’. Ez ê vê 8’ê Adarê li Sîncanê li gel hemû jinên ji bo raman, mafê xwe rêxistinkirinê di girtîgehê de ne, li gel hemû jinên mafê xwe yên siyasî bikar tîne govendê bigirim. Dengê me, soza me, wê li eywanan li qadan tevlî dengê hemû jinan bibe. Em hebûn, hene, wê hebin jî.”