Peyama 8'ê Adarê ya Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê bi wesîleya 8'ê Adarê diyar kir ku ew kamera û pênûsa xwe ji bo dayikên dibin hedefa tundiyê û bi dehan jinên mîna wan, bi kar tînin.

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyameke nivîskî weşand û diyar kir ku berxwedan jinê bedew dike, cîhanê diguherîne û ji wan re jî ragihandinê vê kêliyê dimîne.

Platformê di peyama xwe de ev tişt gotin: 

"Bi hêz û cesareta ku me ji jinên dibêjin ‘Em hebûn, em hene, em ê hebin’ girt re li gel qirkirina jinê jî ji bo 8’ê Adarê ku em bi hêvî û bawerî pêşwazî dikin weke rojnamegerên jin em jî dibêjin ‘Em li vir in, bi hev re ne’. 

Em weke jin, ji "jin azad bibe wê civak jî azad bibe" bawer dikin, di sala 2020’an a mirin hatin meşrûkirin, mafên jinan hatin niqaşkirin û bi şewbê barê jinan giranbûyî de ji Arjantîn heta Hîndîstanê ji Îzmîrê heta Êlihê jin li ku bin me jî hewl da ku em li wir bin.

Û me dîmenkêşa xwe ji dayikên li Êlihê hatin derpkirin, ji Îpek, Emîne, Melek, Berjîn, Asyayê û bi dehan jinên me navên wan ne hejmartin re girt, em ê bigirin. Em ji jinên li dijî kesên dixwazin her roja me tarî bikin, 8’ê Adarê vegerandine keskesorê dibêjin em jî li vir in û bi hev re ne…

Em dizanin ku wê çîroka tu jinan di nîvî de nemîne û jin bixwaze wê her tiştî biguherîne. Em gelek caran bûn şahidên vê yekê û nûçeya wê çêkir. Berxwedan jinê bedew dike, cîhanê diguherîne û ji me re jî ragihandinê vê kêliyê dimîne.

Em weke Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê hemû jinên li 8’ê Adarê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Xewnên wan xewnên me ne. Ji bo cîhaneke xweştir em dubare dikin ku ji me tu kes ne bi tenê ye. Em kesên li dijî taritiyê bi ronahiyê û baweriyê şer dikin silav dikin..."