‘Pêwîste jina Kurd ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bike’
‘Pêwîste jina Kurd ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bike’
‘Pêwîste jina Kurd ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bike’
Li Saziya Komalên Ciwan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) biboneya 8’ê Adarê ji aliyê Meclisa Îştar ve civîn hat lidarxistin û paşê jî sînevîzyona di derbarê 8’ê Adarê de hat nîşandan.
Li Saziya Komalên Ciwan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) biboneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê ji aliyê Meclîsa Îştar ve civînek hat li darxistin û sînevîzyona ku di derbarê 8’ê Adarê de hatibû amadekirin hat nîşandan. Di civînê de girseyeke qelebalix ya jinan amade bû. Li ser navê Meclîsa Îştar Xelat Mardin axivî û bal kişand ser girîngî û wateya 8’ê Adarê û got: “Em 102’emîn Salvegera 8’ê Adarê bi ruhê berxwedana jinê ku bi biryareke mezin têkoşîn pêş xistine û bi taybet di kesayeta her sê hevalên me yên li Parîsê de hatin qetilkirin de silav dikin. Divê em di zanebûna hessasiyeta demê de bin, ji bo em karibin ruhê 8’ê Adarê bidin jiyan û salvegera 8’ê Adarê bi ruhekî berxwedanê pêşwazî bikin. Bi taybet pêwîste jina Kurd ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bike. Pêwîste em sala 2013’an bikin sala azadiya Rêber Apo, gelê Kurd û jina Kurd. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe.”
Piştî axaftina Xelat Mardîn, sînevîzyona ku derbarê 8’ê Adarê de hatibû amadekirin hate nişandan û civîn bi dirûşmayen “Bijî Serok Apo”, “Bijî 8’ê Adarê” bi dawî bû. Di heman demê dewê 7’ê Adarê saet 08.30’an de li wargehê meşeke jinan were lidarxistin.