Biboneya 25’ê Mijdarê li gundê Kuzînê yê ser bi herêma Meredo ve semînerek hate li darxistin. Di semînerê de belgeya ji aliyê Rêxistina Jinên Azdîxwaz yên Kurdistanê (RJAK)’ê ya li ser tundiya jinê hatiye amadekirin hate xwendin.
Li gundê Kuzînê yê ser bi herêma Meredo biboneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navnetewî ji bo jinan semînerek hate dayîn. Di semînerê de ji hemû temenan jin amadebûn. Semîner ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz yên Kurdistanê (RJAK) ve hate organîze kirin.
Di semînerê de endama Rêveberiya Navenda Rêxistina RJAK’ê Sozda Mecîd balkişande ser keda ku jinê di nava civakê de daye û wiha got: “Her çiqas ku jin di nava malê de bi hemû karan ve mijol dibe, lê pêwîste ku jin di her demê de girîngî bide perwerdeya xwe ji ber dema ku jin bê perwerde bimîne wê demê asta civakê jî her diçe paş dikeve.”
Sozda Mecîd behsa asta ku jina Kurd ya ku îro gihayê kir û diyarkir ku, “Tenê bi riya xeta azadî û riya têkoşînê, bi riya felsefe û bîrdoziya Rêber Apo karî ku îrade û hêza xwe binase û mezin bike. Ji ber tenê bi têkoşînê jin jiyan dikare biwate bibe û bighîne mafên xwe yên rewa. Derveyî serî rakirinê jin tu caran nikare mafên xwe bi dest bixe, ji lewma divê jin di hemû deman de derfetên xwe ya perwerdê biafirîne û bi xwe re jî civakeke nû derxîne holê.”
Her wiha daneyên li ser tundiya jinên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz yên Kurdistanê ve hatibû amadekirin, hate xwendin.
Semîner bi duruşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî azadiya jin” bi dawî bû.