Parîs xwe ji bo ‘Festîvala Jinan a Rojbîn’ amade dike

Li paytexta Fransa Parîsê roja 3’yê Tîrmehê Festîvala Jinan a Fîdan Dogan pêk tê. Endamên Komîteya Amadekar ên ji ANF’ê re li ser festîvalê axivîn, banga tevlîbûnên xurt kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê xebatên amadekariya 4’emîn Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) a bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ku wê 3’yê Tîrmehê bê lidarxistin, dewam dike.

Festîvala ku bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinanan; dem dema parastina jin û civaka azad e’ wê li Parc Inderdepartemental a herêma Val de marne Parîsê pêk tê.

Festîvala ku ji aliyê TJK-F ve tê organîzekirin îsal ji bo bîranîna endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Filîz Aslan) ku Hezîrana 2020’ê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, tê kirin.

Di bernameya festîvalê de ku ji bo bîranîna Leyla Agirî, di şexsê Fîdan Dogan a diyarî Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez ên di Qetlîama Parîsê de hatibûn qetilkirin de Yelda Abbasî, Nûarîn, Meral Alkan, Lîstikên Gelê Tamîl, Kevana Zêrîn û tîmên govendê ya TEV-ÇAND’ê cih digirin.

BANGA FESTÎVALÊ

Komîteya Amadekariyê ragihand ku wê ji Strasboûrg û Parîsê tevlîbûna ji bo festîvalê pêk were, dîsa di serî de bang li hemû gelê Kurd, dost û tevgerên femînîst kir ku tevlî festîvalê bibin.