Pankarta li avahiya HDP'ê: Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin!

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê pankartek bi avahiya xwe ve kir û bal kişand ser komkujiyên jinan û Peymana Stenbolê.

TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê pankartek bi avahiya HDP'ê ya Êlihê ve daliqandin û bal kişandin ser Peymana Stenbolê û komkujiyên jinan.

Li ser pankartê navê 88 jinên di nava 3 mehên destpêkê yê sala 2021'ê de hatin qetilkirin, hate nivîsandin.

Li ser pankartê hate nivîsandin "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Peymana Stenbolê jiyanê misoger dike."