PAJK: Serketin wê bi jinên azad re bibe ya gelan
Di encamnameya civîna Komîteya Rêveber a PAJK'ê de hat gotin, "Bi vîneke xurt wê hemû êrîşên faşîst werin têkbirin. Serketin wê bi jinên azad re bibe ya gelan, demokrasî û têkoşîna azadiyê."
Di encamnameya civîna Komîteya Rêveber a PAJK'ê de hat gotin, "Bi vîneke xurt wê hemû êrîşên faşîst werin têkbirin. Serketin wê bi jinên azad re bibe ya gelan, demokrasî û têkoşîna azadiyê."
Di encamnameya civîna Komîteya Rêveber a PAJK'ê de hat gotin, "Bi ruhê berxwedanê yê 15'ê Tebaxê re, tevî gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bi vîneke xurt wê hemû êrîşên faşîst werin têkbirin. Serketin wê bi jinên azad re bibe ya gelan, demokrasî û têkoşîna azadiyê."
PAJK'ê di encamnameya civîna komîteya rêveber de, dewleta faşîst a Tirk a ku sibeha 31'ê Tîrmehê de bi êrîşa hewayî re li gundê Zergelê komkujî kir û PDK a li dijî vî sûcê şer derneket, di ser re rabû tevgera azadiyê sûcdar kir û hewl da rastiyan înkar bike, şermezar kir.
PAJK'ê mirovên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî û mînetdarî bibîr anî û got, "Hesabpirsîna ji hêzên qirkirin, qetlîamker, mêtînger û hevkar-xiyanetvan, deynê stuyê me ye, berpirsyariya me ya dîrokî ya li pêşberî gelê me û jinan e. Heta gelê Kurd û Kurdistan azad bibe, wê têkoşîna me ya azadiyê dewam bike."
Di encamnameyê de hemû bûyer û qewimînên li herêmê bi dorfirehî hatin nirxandin, biryarên pêwîst hatin wergirtin û plansaziya dema nû hat destnîşankirin.
Di encamnameyê de hat ragihandin ku têkoşîna azadiyê ya jinê û têkoşîna giştî ya xwe dispêrin paradîgmaya Apoyî, li gelemperiya Rojhilata Navîn di asta herî bilind de li pêş in û hat gotin, "Dema hilweşîna netewe-dewlet a yekparêzî û bicihhatina alternatîfa wê; demokrasiya gelan hatiye."
PAJK'ê destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn weke hêza pêşeng ew serkêşiya têkoşîna demokrasiyê dikin û diyar kir ku di roja îro de ji aliyê diyarkirina pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn ve asteke girîng bi dest ketiye.
'LI PARÇEYÊN BAKUR, ROJAVA Û ROJHILAT ÇARESERÎ XWE FERZ DIKE'
Di encamnameyê hat ragihandin ku ji bo dawîanîna li dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadkirina Kurdistanê, bi gelên herêmê re çareseriya pirsgirêka Kurd a li gorî feraseta neteweya demokratîk û li ser bingeha jiyana wekhev-azad a hevpar û demokratîk ji nû ve avakirina jiyanê, serdemeke nû ya têkoşînê destpêkiriye û hat gotin, "Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li parçeyên Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ji her alî ve xwe ferz dike. Dem hatiye ku Başûrê Kurdistanê jî xwe ji otorîteya şexsî û zexdar a yek kesî rizgar bike û bibe xwedî sîstemeke demokratîk. Dem ew dem e ku hemû gel û jin demên xwe bijîn, vîna xwe veguherînin sîstemeke azadîparêziya civakî ya demokratîk."
Di dewama encamnameyê hat destnîşankirin ku qirkirina jinan û polîtîkayên şer ên qirkirina civakê wê nikaribin têkoşîna azadiyê ya gelan û jinên berxwedêr qels bikin û hat gotin, "Azadiya Rêberê me wê xala ku hemû bûyer û pêşketinan diyar dike be."
PAJK'ê bal kişand ser mijarên di civînê de biryar li ser hatin stendin û ev yek destnîşan kir:
"Azadiya Rêberê me temînata çareseriya pirsgirêka Kurd û bi cih hatina aştiya rasteqîn e. Di heman demê de weke jin sedema me ya jiyana azad e. Lewma heta Rêberê me azad bibe û ewle bibe, em ê li her qadê têkoşîna xwe bimeşînin. Bi şiyara 'Azadiya Rêberê me, temînata biratî û yekîtiya gelan e' ji bo parçekirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi rêbazeke pêngavî û fedaî bimeşînin."
'AKP PIŞTÎ TÊKÇÛNA HILBIJARTINÊ ÊRÎŞÎ DESTKETIYÊN GELÊ KURD KIR'
Di encamnameyê de hat ragihandin ku agirbesta ji aliyê qanûnî ve nehatiye zexmkirin, heta roja îro bi hewldanên bêhempa yên Ocalan, bi nêzîkatî fedekariyên bi berpirsyarî yên tevgera azadiyê bi awayekî yekalî hatiye meşandin û hat gotin, "Dewleta AKP'ê ya li hemberî vê planeke xwe ya çareseriya demokratîk nîne, piştî têkçûna hilbijartinên 7'ê Hezîranê, bi armanca tinekirina destketiyên gelê Kurd, di serî de Rojava tevahiya destketiyên têkoşîna Kurdistanê û tevgera me, ji bo meşandina polîtîkaya xwe ya înkar û tinekirinê li dijî gelê me konsepta şerê topyekûn xistiye dewrê. Ev ne tenê şerekî di navbera gerîla û leşkeran de ye, li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê me, li dijî erdnîgariya me, li hemberî derdorên demokratîk ên Tirkiyeyî û mûxalefeta civakî êrîşeke topyekûn e. Êrîşên bi ehamn rengî ev sê sal in bi destê DAIŞ'ê li Rojava tê meşandin. Li dijî şerê qirkirinê bi helwesta berxwedana topyekûn, li ser hişmendî ruh û xeta 15'ê Tebaxê bilindkirina berxwedana li Kurdsitanê, Tirkiyeyê û Rojava esas e. Li hemberî êrîşên fermî û ne fermî yên dewleta Tirk, mîna li Silopiyayê, xurtkirina xwe parastinê, birêxistinkirin û kûrkirina yekîtiyê, esas e."
'ŞOREŞA ROJAVA JI BO JINÊN CÎHANÊ BÛ ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ'
PJAK'ê da zanîn ku Şoreşa Rojava ku weke şoreşa jinê pêk hat, ji bo jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye çavkaniya îlhamê û diyar kir ku nirxên komunal ên demokratîk ên li Kobanê tên afirandin, di asteke gerdûnî de ne, hêviya azadî û demokrasiyê mezin kirine û ji bo tevahiya bindestan weke Komuna Parîsê di sedsala 21'an de rol lîstiye.
Di encamnameyê de hat gotin, "Ji bo mayîndebûna şoreşa Rojava ku bi ruhê Silavan, Arîn Mîrxanan, Dilovanan, Revanan, Îvanayan, Denîz Eyleman weke şoreşeke jinê bi pêş ket, ji bo pêkhatina projeya Sûriyeya demokratîk û ji bo avabûna sîstema konfederal a jinê ya xwe dispêre peymana civakî ya jinê, wê têkoşîna îdeolojîk, siyasî û civakî mezin bibe."
'PÊWÎSTE LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊN RÊXISTINBÛYÎN WERE XURTKIRIN'
PAJK'ê da xuyakirin ku girîng e li Başûrê Kurdistanê asta rêxistinbûyînê were xurtkirin, têkoşîna azadiyê ya jinê veguhere tevgereke civakî ya bi bandor, demokrasî û azadiyê pêk bîne û got, "Ciwanên Başûrê Kurdistanê di vê demê de têkoşîneke girîng dimeşînin. Weke PAJK em qîmeteke mezin didin daxwaza têkoşînê ya ciwanên Başûrê Kurdistanê û bi rêzdarî pêşwazî dikin."
'HESABPIRSÎNA JI HÊZÊN LI ŞENGALÊ KOMKUJÎ KIRIN Û RÊ LI BER VEKIRIN, BERPIRSYARIYA ME YA DÎROKÎ YE'
Di dewama encamnameyê de bal hat kişandin ser rewşa Şengalê û hat gotin, "Ji bo jinên Şengalê ku birîna me ya vekirî ye, ji bo pêçandina birînên gelê me, di serî de wezîfeya xwe parastinê li hemû qadên siyasî,a borî, çandî û civakî wê bi daxawzeke mezin xebat bên meşandin. Bi rêzdarî pêşwazîkirina vîna xweseriya demokratîk a jin û gelên Şengalê, parastina sîstema xweser li gorî xwe parastinê, biryardayîn û xwe birêvebirina gelê Şengalê pîvana me ya bingehîn e ku vegera jê nabe. Hesabpirsîna ji hêzên komkujiya Şengalê vekirin û ji hêzên rê li ber vê vekirin, berpirsyarya me ya dîrokî ye. Hovîtî û cinawirtiya li jin, zarok, ciwan û tevahiya gelê me yê Şengalê hatiye kirin, wê ti carî ji bîr û hişê mirovan dernkevin. Weke Partiya Azadiya Jinên Kurd-PAJK rexnedayîna me ew e; ji bo Şengal bibe xwedî statuyeke demokratîk û azad û ji bo parastina wê em ê hemû hêzên xwe seferber bikin. Li dijî polîtîkaya dijmin a ji bo bê Kurd hiştina Şengalê em bang li civata xwe ya Êzidî dikin ku vegere Şengalê."
'DIVÊ TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YA LI ROJHILATÊ KURDSITANÊ LI NAVA HEMÛ DERDORAN BÊ BELAVKIRIN'
PAJK'ê bal kişand ser rewşa li Rojhilatê Kurdistanê û da zanîn ku li gorî dilsoziya bi bîranîna Ferînazan, divê têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê li nava hemû beşên civakê bê belavkirin, ji bo naskirina vîna jinê û guhertina rejîma Îranê ya bi serdestiya mêr ê despotîk, pêwîste li dijî êrîş, destavêtin, ajankirin û qirkirina jinê, rêxistinbûna xwe parastinê bê xurtkirin.
Di dawiya encamnameyê de hat gotin, "Bi ruhê berxwedanê yê 15'ê Tebaxê re, tevî gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bi vîneke xurt wê hemû êrîşên faşîst werin têkbirin. Serketin wê bi jinên azad re bibe ya gelan, demokrasî û têkoşîna azadiyê."