PAJK: Meşaleya ku Sema Yuce pêxistî em bigihînin hemû jinan

PAJK a Şehîda Azadiya Mezin Sema Yuce bibîr anî got: “Bang li hemû jinan dikin ku li dijî faşîzmê têkoşîna netewî ya demokratîk bilind bikin. Meşaleya Sema Yuce pêxistî em bigihînin hemû jinan.”

Koordînasyona PAJK’ê ji bo salvegera şehîdbûna Sema Yuce daxuyaniyek nivîskî parve kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em Tevgera jina azad û Tevgera Azadiya Kurdistanê pêvajoyên dîrokî dijîn.” û wiha hate domandin: “Têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengtiya Rêber Apo de pêş ket, her roja diçe mezin dibe, jin hê zêdetir bi vîneke hê mezintir ber bi azadiyê ve dimeşin. Bê şik û guman meşa azadiyê bi pêşengtiya Sema Yuceyan, Zîlanan, Bêrîtanan, Gulanan û Armancan ên bûne sembol , ji bo tevgera azadiya jinê bûye xeta wateyê. Ji bo vê 21’emîn salvegera şehîdbûna şehîda azadiya mezin Şehîd Sema Yuce bi minet bibîr tînin, meşaleya ku pêxistî û dayî destê me, heta jiyanek azad û welatek azad em ji destê xwe nadanin. Carekî din didin diyarkirin ku ji bo bibin hevrê Sema Yucel û li ser xeta Rêber Apo bigihêjin serketinê, faşîzmê hilweşînin û welatê xwe azad bikin li her qadê di bin her şert û mercan de emê têkoşînê bidomînin.

Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de ev xisûs derketin pêş:

“Di roja me ya îro de em di pêvajoyek nû ya dîrokî re derbas dibin. Rojhilata Navîn, Kurd û jin dibe ku di pêvajoya herî krîtîk a dîrokî de derbas dibin. Her çendî êrîşên dîrokî bişibin hev, kûr û armancên wan yek bin jî, qehremaniyên dîrokî jî ewqasî dişibin hev, kûrbûna wê û armancên wê derdixin holê. Weke tê zanîn qehremaniya hevrê Zîlan û Sema li dijî êrîşên herî bi bandor pêk hatin.

Perspektîfa netewa demokratîk a bihara gelan a xeyala esasî û daxwaza Rêbertiya me bû, bi bi ketina meryetê wê pêk bihata. Semayan rêya wê vekirin, ji bo pêkhatina vê xeyalê canê xwe kirin meşale û tarîtî ronî kirin. Hevrê Sema dema çalakiya xwe pêk anî bû bi nameyekê ev gotibû; ‘Di şer de SERKETIN, di jiyanê de jî AZADÎ’, nebe di kesayetiya Rêber Apo de ne rastiya Kurd û ne jî jinê nikare bigihêje serketinê. Ji bo divê ev şer bigihêje serketinê û jiyanê bi azadiyê tacîdar bikin.

Tecrîda li ser Rêbertiya me tê meşandin, plana hêzên emperyalîst a Şerê Cîhanê yê 3’emîn, siyaseta projeya ji nû ve sazkirina Rojhilata Navîn ji pêşketinên ku têkoşîna azadiya jinê avakirî ne xweser in. Bi baldarî were temaşe kirin bi pêşketina pêvajoya ku Bihara Ereban tê gotin tecrîda 2011’an ku ev 8 sal in bi îsrarî didomînin û bi ketuber nêz bûn. Wateya vê, ji derve hiştina Rêbertiyê, tasfiyekirina tevgera me, bêbandorkirina tevgera azadiyê ya jinê, bê rol hiştina gelê Kurd û di heman demê de bi karanîn, plana bêastengî birêve bibin bû. Bi vê ve xwestin ku pêşketina Şoreşa Demokratîk a Rojhilata Navîn asteng bikin û tasfiye bikin. Niha jî weke tê zanîn êrîşên bi armanca qikirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk pêşketine û êrîşên dagirkeriyê ku parçe parçe belav bûye li Xakûrkê liv û tevgerek heye. Plana dagirkeriyê ya bi Efrînê destpê kir niha li Xakûrkê diodme. Divê hemû jin, ciwan û kesên dijî faşîzmê bizanin ku bêdengiya li dijî vê plana qirker û dagirkeriyê hevkariya wê ye. Parastina Xakurkê ku weke qela berxwedanê ya Sema Yuceyan, Gulnaz Karataş-Bêrîtanan ku li dijî îxanetê liberxwe dan û hem di oxira wê de bi hezaran canên ku me dane weke erekekê ye. Li ser vî bingehî azadiya Rêbertiya me, paratina welatê me bi mîsogerî bi pêşengiya jinan mumkune. Ji ber ku Sema Yuce bi vê armancê têkoşiya û xwe feda kir.

Em carek din didin diyar kirin ku em ê salvegera şehîdbûnê bi ruhê pêngavê û çalakiyên mezin di vê pêvajoyê de pêşwazî bikin, di serî de plana dagirkirina Kurdistanê ya Tirkiyeyê têk bibin, weke hevrêyên Sema Yuce em ê Rêbertiya xwe azad biin û ji hemû jin û ciwanan bi ruhê serketftinê pêşengtî bikin. Li ser vî bingehî em bang li hemû jinan, ciwanan, sosyalîstan dikin ku li dijî faşîzmê têkoşîna netew a demokratîk geştir bikin. Em bang dikin ku meşaleya ku Sema Yuce pêxistî bigihînin hemû jinan û di têkoşîna wan de serketinê dixwazin.”