PAJK: Grev bi dawî bûn lê berxweda didome

PAJK: Grev bi dawî bûn lê berxweda didome

PAJK’ê diyar kir ku grevên birçîbûnê yên girtîgehan muxatabê çareseriyê careke din derxistiye holê û got ku grevên birçîbûnê wek çalakiyekê bi dawî bûye, lê berxwedan dê li hundir û derve bidome.

Partiya Jinan a Azad ya Kurdistanê (PAJK) der barê grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehên Tirkiyeyê 68 rojan berdewam kir û li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû daxuyaniyek nivîskî da.

PAJK’ê bal kişand ser geşedanên 2012’an û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 sale li Îmraliyê di nav berxwedanê de ye û wiha got: “Ev çalakiya greva birçîbûnê ya dîrokî hêzeke mezin daye tevgera azadiya kurd û bûye şopdarên berxwedana Îmraliyê ya serokatiya me. Hemû hevalên me yên PKK û PAJK’ê ku di vê çalakiyê de sekneke bi rûmet û bi biryar nîşandan careke din nîşanê rayagitşî ya cîhanê dane ku şopdarên Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Mazlum Dogan û Sema Yuce ne. Hevalên me yên li zindanan ku nîşan dane ku bê Rêber Apo çareserî pêk nayê, nêzîkatiya desthilatdariya AKP’ê ku dixwaze kurdan bê statu bihêle û qir bike, li ber çavê hemû cihanê teşhîr kiriye. Hikûmeta AKP’ê ku bersiv rast û durust neda daxwazên berxwedêrên zindanan, dîsa bi polîtîk û gotinên xwe qirêj û xayîn helwesta xwe domandiye. Lê ev xuya ye ku AKP li dijî berxwedana grevan têk çûye û êdî nikare bihna xwe bigire. Ev berxwedana mezin ya ku hevalên me li zindanan bilind kir hikûmeta AKP’ê ji Kurdistanê tunebûna wê lezgîntir kiriye.”

PAJK’ê da zanîn ku careke din hatiye dîtin ku yekane muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku grevên birçîbûnê bi encam bibe jî dê berxwedan bidome û wiha hate gotin: “Ev çalakî bi dawî bû lê heta ku Rêber Apo negihêje azadiya xwe û gelê kurd statuya xwe bi dest nexe dê têkoşîn bidome. Em dibêjin ku hevalên me yên girtîgehê çalakiya xwe bi serkeftî bi dawî kirin. Em hemû hevalên xwe silav dikin. Em wekê mîlîtanên PKK û PAJK’ê heta ku Rêber Apo azad nebe û gelê kurd azad nejî dê têkoşîna me ji her demê zêdetir be. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila çalakiyên xwe li her derê bi serhildanan bilind bike.”