PAJK'ê civîna xwe ya rêveberiyê pêk anî
Desteya Rêveber a PAJK'ê civîna xwe pêk anî. Di civînê de biryarên girîng hatin girtin û plansazî hat amadekirin.
Desteya Rêveber a PAJK'ê civîna xwe pêk anî. Di civînê de biryarên girîng hatin girtin û plansazî hat amadekirin.
PAJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên civîna xwe ya desteya rêveber ragihand. Di daxuyaniyê de bi dilsoziyeke kûr Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin û hat gotin, "Em 4'ê Nîsana îsal bi coş, kelecaneke mezin, bi coşa şoreşê û bi sonda berxwedanê pîroz dikin."
ŞEHÎDÊN ME YÊN JI TESLÎMIYETÊ RE GOTINE NA Û BERXWEDAN DEWAM KIRINE, BÛNE RUHÊ PKK-PAJK'Ê
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di encama civîna desteya rêveber a di pêvajoyeke ewçend girîng hatiye lidarxistin de biryarên girîng hatine stendin û plansaziyek hatiye amadekirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Civîna me beriya her tiştî ji bo bibe bersiv ji çalakiyên mezin ên ehvrêyên me yên leheng ên bi şehadeta xwer e pêşengiyê ji têkoşînê re dikin, hatiye lidarxistin. Hevrê Zinar-Abdulbakî Sumer û Sema-Seher Çagla Demîr pêşengiya xwe ya fedaî bi çalakiyên xwe re tacîdar kirine û têkoşîn derxistine asta herî bilind. Çalakiya fedaî ne tenê çalakiyeke leşkerî ye. Li dijî faşîzma netewe dewletên mêtînger û li hemberî hêzên modernîteya kapîtalîst, ji aliyê bîrdozî, felsefî û siyasî ve bersiveke dîrokî ya israra di jiyana azad de ye. Hevrê Zinar, Seher, Ekîn Wan, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Ronas, ji pêşengên gel hevalên me Pakîze Nayir, Dayika Taybet, Mehmet Tûnç di biryardariya azadiyê de heta dawiyê gotine 'ji teslîmiyetê re na, heta dawiyê berxwedan' û bi vê peymana xwe re bûne ruhê PKK-PAJK'ê yên gelbûyîn, civakîbûnê. Di şexsê şehîdên me yên mezin ên leheng de, em careke din hemû şehîdên xwe yên şoreşê û mirovên xwe yên welatparêz ên hatin qetilkirin bi minetdarî, bi rêzdarî bibîr tînin. Dilsoziya me ya bi bîranîna wan re wê hesabpirsîna ji qetlîamkeran û şînkirina jiyana azad mîna biharê be."
BIRYAR Û PLANSAZÎ
Der barê biryarên hatine stendin û plansaziya hatiye amadekirin de ev agahî hatin dayîn:
"Weke jinê PAJK'î wateya herî mezin a em bidin 4'ê Nîsanê, hîn bêhtir fêmkirina rastiya Rêbertî, mezinkirina tevlîbûn, hêza xwe, vîna xwe, çalakî, rêxistinbûyîn û parastina xwe, li ser bingeha bîrdoziya rizgariya jinê, bi ser xistina serdema têkoşîna stratejîk a 'hebûna xwe biparêze, azadiya xwe bi dest bixe' ya bi pêşengiya jinê û dawîanîna li esareta li Îmraliyê ye. Jin wê di şexsê Rêberê me de gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn azad bikin.
Li dijî sîstema Îmraliyê wê li her qada têkoşînê, li dijî polîtîkayên tecrîd-îzolasyon-îşkenceyê, tekoşîna herî bi bandor di asta pêngavî de were meşandin. Bi taybetî jî em bang li jinên çar parçeyan û li derveyî welat dijîn ku ji pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê re pêşengiyê bikin, bi çalakiyên bi heybet ên girseyî re 4'ê Nîsane pêşwazî bikin û bi xurtî tevlî meşa Amarayê bibin.
Berxwedana Bakurê Kurdistanê, avakirina Kurdistana xweser-Komara Tirkiyeyê ya demokratîk e. Girîng e gelên me hêzên xwe bikin yek, ji bo avakirina jiyana azad-demokratîk-aştiyane bikevin nava tevgerê û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan mezin bikin. Dem ew de me ku gelên me çareseriya xwe bi hêza xwe di çarçoveya têkoşîneke stratejîk de bimeşîne. Pêwîste nêzîkatiyên demî û taktîkî werin terikandin û hemû welatparêz, demokrat û mirovên pêşverû wezîfeyên dîrokî yên serdema têkoşîna stratejîk bi cih bînin.
Divê hemû milîtanên me yên partiyê, wezîfeyên xwe yên têkoşîna dîrokî, bi ruhê Apoyî, bi hev re li ser bingeha yekîtiya partiyê, bêyî bahane û astengiyan pêk bînin. Hemû hevrêyên me wê li ser bingeha xeta partiyê, bi nêzîkatieke rexne-rexnedayînê pêvajoya pratîkî binirxînin, guherîn û çareseriyê di şexsê xwe de pêk bînin û berê xwe bidin kar û qadên têkoşînê.
Civîna me mijarên rêbaz, taktîk, sewq, rêxistinbûyîn û pêşengiyê di asteke girîng de nirxandiye, bi hêza nûkirin û pêşîvekirinê ya rexnekirin-rexnedayînê re biryardariya xwe ya pratîka hêjayî xeta şehîdên berxwedanê bibe, nû kiriye.
Civîna me briyar daye, destketiyên li Rojavayê Kurdistanê werin parastin, sîstema xweseriyê bê mayîndekirin, jin di pêvajoya muzakereyên li qada navneteweyî de weke aliyekî bê tevlîkirin, şoreşa civakî ya şoreşa jinê bê xurtkirin, li Rojavayê Kurdistanê xebatên xweparastinê yên jinê bên xurtkirin, pêşî lê bê vekirin, li Başûrê Kurdistanê li ser bingeha oreşa jinê ji bo karibe ji guherîna demokratîk re pêşengiyê bike, rêxistinbûyîneke berfireh bê kirin û li dijî zextan çalakiyan lidar bixe. Di pêvajoya berxwedana topyekûn a stratejîk de wê hemû qadên derveyî welat jî bi berpirsyariya xwe rabin û wezîfeyên xwe bi cih bînin.
Têkoşîna li hemberî netewe dewlet û zayendîperestiya civakî wê were mezinkirin. Xeta jina azad bûye hêzeke civakî. Di nava Sîstema Konfederasyona Demokratîk de jina xwedî hêza parastinê û pêşengiya partiyê, têk naçe. Ji bo li çar parçeyan ji 9 aliyan ve rêxistinbûyîn bi xurtî were meşandin û heta ev rêxistinbûyîn veguhere rastiya Rojhilata Navîn wê têkoşîn bênavber bê meşandin.
Ji bo yekîtî û piştevaniya jinê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê di asta herî bilind de bê birêxistinkirin, wê wezîfeyên dikevin ser milê me bi cih werin anîn û li gorî vê yekê di sala 2016'an de têkoşîn bê meşandin.
Ciwanên Kurdistanê ku di asta pêşengiyê de tevlî pêvajoya berxwedanê ya li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê bûn, weke hêza şoreşger a herî dînamîk di têkoşîna civakî de cih girtin. Sîstema modernîteya kapîtalîst bi taybetî ciwanan hedef digire, dixwaze ji têkoşînê qut bike û mîna li Cizîr û Sûrê pêşengên wan qetil bike û wan bêbandor, bêarmanc bike. Vîn û asta pêşengiyê ya di şexsê hevrê Ronas de derket holê, meşa ciwanan a di xeta berxwedan û têkoşînê de garantî kiriye. Jinên ciwan bi kûrkirina rêxistinbûyîna xweser re, asta biryardariyê ya di pêşengiya têkoşîna azadiyê de, ji aliyê serketina têkoşînê ve girîng û diyarker e."