PAJK: 15'ê Tebaxê kêliya hebûnê ya gelê Kurd e

Koordînasyona PAJK'ê: Pêngava 15'ê Tebaxê, ji bo gelê Kurd ê qedîm ê tine dihat hesibandin, rastî qirkirinê dihat û bi sedan salan hebûna xwe hat înkarkirin, bû kêliya hebûnê, vîna rêxistinbûyî û temînata jiyana azad.

Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê, ji bo gelê Kurd ê qedîm ê tine dihat hesibandin, rastî qirkirinê dihat û bi sedan salan hebûna xwe hat înkarkirin, bû kêliya hebûnê, vîna rêxistinbûyî û temînata jiyana azad."

Koordînasyona Partiya Azadiyê Jinê ya Kurdistanê (PAJK) li ser salvegera 31. a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand, cejna berxwedanê û pêngava 15'ê Tebaxê ya ji bo gelê Kurd destpêka dîroka şiyarbûn, vejîn, berxwedan û lehengiyê ye, pîroz ir.

PAJK'ê, di meşa vê dîroka watedar a ber bi kêliyên serketinê ve bang li hemû jinan û gelan kir ku bi ruhê 15'ê Tebaxê, jiyana azad a xwe dispêre azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ava bikin.

Koordînasyona PAJK'ê got, "Polîtîkaya dewleta Tirk a faşîst mêtînger di tevahiya dîroka komarê de li hemberî gelan, bi taybetî jî li hemberî gelê Kurd meşandiye, îmha-înkar û qirkirin e. Duh rewş bi vî rengî bû, îro jî ev rastî mezintir bûye û heman polîtîka tê meşandin" û destnîşan kir ku hêz û mejiyê rêveber ê vê zîhniyeta faşîst, rejîmên dîktatoryal ên bi zîhniyeta netewe dewlet in.

PAJK'ê diyar kir ku mejiyê dewletên di herikîna dîrokê de hewl dane xwe bi vê zîhniyetê bide jiyîn û hemû rêveberên vî mejî, her tim qirkirin ji gelan re rewa dîtine û bi cih anîne. Koordînasyona PAJK'ê ev xal destnîşan kir: "Şexsiyetên weke Hîtler, Saddam, Kenan Evren ên bi tîpên reş navên xwe li dîrokê nivîsandin, di roja îro de di hevkêşeya Erdogan-DAIŞ'ê de tên dîtin. Lê belê, çawa ku ev şexsiyet û rejîmên dîktatoryel ketin selika çopê ya dîrokê, şopdarên wan ên roja îro AKP û Erdogan jî kêliyên xwe yên dawî dijîn. Bi bilindbûna kevneşopiya berxwedanê ya gelan re, em dibînin ku zîhniyeta netewe dewlet dikeve sekeratê. Li pêş çavan e ku sîstema dîktatoryel a faşîst a Tirk di sekeratê de ye. Heqîqeta rê li ber vê sekeratê vekir jî bêguman lêgerîna azadiyê ya gelan e. Gel hemû mîna duh îro jî li refê berxwedêr û serhildêriyê cih digirin.

Kevneşopiya dewleta faşîst a Tirk, bi darbeya leşkerî ya ji ber tirsa xwe ya ji pêla sosyalîzmê ku di salên 70'yî de bilind bû, hewl da gelan û sosyalîzmê bitefîne. Lê belê Rêber Apo ku hem hevrêyê têkoşîna jiyana azad a Denîzan û Mahîran e hem jî şopdar û Rêberê vê têkoşînê ye û Partiya Karkerên Kurdistan PKK a ji aliyê hevrêyên wî yên xwedî ruhê fedaî ve hat afirandin, bûn bersiva herî mezin li hemberî darbeya leşkerî ya 12'ê Adarê. Ev hişyarbûn hêviya azadiyê ya gelên qedîm ên Rojhilata Navîn mezin kir. Di heman demê de bû sedem ku zîhniyeta netewe dewlet a hêza dijber bêhtir dîn û har bibe û her şêwe hovîtiyê li gelan bike. Dema dît nikare bi îdaman bêdeng bike, ji dewletên mîna xwe mêtînger, ji hevkarê xwe yê hegemonîk gladyoya NATO'yê destek girt, bi vî rengî asta zextê timî bilind kir û hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê çandî ve qirkirin dewam kir. Bersiva li vê polîtîkaya qirkirinê jî, bersiva 'Berxwedan Jiyan e, Berxwedan Azadî ye' bû. Ev bersiv heqîqet, kevneşopî û hêza şaristaniya demokratîk e, ku di nava qelişînên dîrokê de veşartî bû."

Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin ku dewleta Tirk a faşîst a fêm kir PKK mezin dibe û vediguhere hêzeke îdeolojîk û polîtîk, bi darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê re tevahiya Kurdistan veguherand xeleka ji agir û got, "Û xwestine tevgera gel a mezin dibe, têk bibin, teslîm bigirin û berî mezin bibe biqedînin. Ji bo vê armanca xwe jî gelek kes girtin, gundên destek didan tevgera me şewitandin û bi vî rengî peyama 'eger hûn serî rakin em ê we bi awayekî komî qetil bikin' dan. Ev polîtîkayên qetlîamker ên dewleta faşîst, kadroyên pêşeng ên PKK'ê û welatparêzên wê yên şoreşger, neterisandine. Berxwedana dîrokî ya di şexsê Mazlûman, Kemalan, Ferhatan, Sarayan û dayika Durreyan de hat nîşandan, dewleta Tirk a faşîst pûç kiriye. Ji bo sekna destanî ya berxwedana Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û Ferhatan, bersiva herî mezin Pêngava 15'ê Tebaxê û pêngava berxwedanê ya bi pêşengiya hevrê Mahsûm Korkmaz e.

Cejna serketinê ya 15'ê Tebaxê, bi pêşengiya fermandar Egîd tevî hêza xwe ya leşkerî bi plansaziya hesas a hêza siyasî jî bi ser ketiye. Bi 15'ê Tebaxê re rastiya Kurd û Kurdistanê êdî bi dengekî kêm belav nebûye. Bi fîşeka berxwedanê ya hat teqandin re hebûn bûye xwedî wate, bûye xwedî vîn û ev hêz veguheriye hêza rêxistinbûyînê. Azadiya Kurd û Kurdistanê bûye xwedî gelek dengan, mîna qîrîna azadiyê mezin bûye, belav bûye û veguheriye tevgereke gel a îro gihaştiye sed hezaran.

Pêngava 15'ê Tebaxê bûye sedem ku jin, feraseta feodal a paşverû ya li Kurdistanê di bin navê zayendîparêziya civakî hatiye veşartin bişikînin û jin bibe xwedî xeta xwe ya jiyanê. Jin ji bo jiyana azad, li çiyayên azad ku hiyerarşî, dil û mejiyê dewletê lê nîne, bûne lêgerînerên heqîqetê, bûne xwedî hêza rêxistinî û ji PKK a navê jiyana nû ye bûne temînat. Bûne Xwedawendên roja îro ya dîroka ji Sarayan, Zîlanan, Viyanan, Şîrînan û Arînan."

Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê, ji bo gelê Kurd ê qedîm ê tine dihat hesibandin, rastî qirkirinê dihat û bi sedan salan hebûna xwe hat înkarkirin, bû kêliya hebûnê û got, "Bû vîna rêxistinbûyî û temînata jiyana azad.

Pêngava 15'ê Tebaxê bûye tirsa berevajîkirina dîrokê, tirsa dilê desthilatdarên derdorê ditirsînin, tirsa dilê dewlet û dewletên faşîst ên zordar. Bingeha neteweya demokratîk ku navê jiyana nû ye, afirandiye. Vî ruhî erka dewleta desthilatdar tirsand, hişmendiya neteweya demokratîk xurt kir û ji bo azadiyê gel li hev civand.

Dema em îro dijîn; bi pêşengiya tevgera azadiyê ya Kurd re kêliyên avabûna modela jiyana xwerêveberiyê û neteweya demokratîk e. Feraseta xwerêveberiyê li hemberî feraseta netewe dewletê sîstema jiyaneke alternatîf e. Ew dem e, ku hemû gel bi sîstema xwe ya xweser dewlemend dibin, kolektîf dibin, jin dibe kirde û hêviya azadiyê ya hemû gelên bindest şîn dibe. Ji vê demê re em dibêjin dema azadiyê. Afirînerê vê dema azadiyê jî Rêberê me Abdullah Ocalan e.

Vê hêza berxwedanê û baweriya azadiyê Şoreşa Rojava ava kiriye, ruhê enternasyonal a Şoreşa Rojava ji nû ve zindî kiriye, sînorên zîhniyeta mêtîngeriyê bêwate kiriye û asta têkoşîna ji bo azadiyê bilind kiriye. Ev ruh ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê ye.

Ev ruh bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re ruhê HDP'ê yê Tirkiyebûyînê ye. Û Tirkiyebûyîn ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê ye. Fîşeka destpêkê ya hat teqandin, mîna wê rojê îro jî li hemberî mejiyê desthilatdarparêz, dewletparêz û mêtîngeriyê yên li pêşiya avakirina jiyana îdeolojîk asteng in, pêngaveke îdeolojîk e. Armanca fîşeka di 15'ê Tebaxê de hat teqandin, armanca fîşeka îro tê teqandin gelekî zelal in. Rastiya parastina hebûna xwe, rêxistinbûyîn, jiyîn û parastinê ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser bingeha paradîgmaya jiyana nû ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, mezin dibe, dewlemend dibe, berfireh dibe û bi Kurdistanîbûyînê re dibe hêza Rojhilata Navîn. Dibe hêza cîhanê.

Yê ku ev hêz derxist holê Rêberê me Rêber Apo ye. Mejiyê serdest ê bi van kêliyên dîrokî hesiya, ji bo nirxên bi serketina têkoşîna 40 salan bi dest ketine bêwate bike û ji nû ve gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bike dijminê hev, di nava hewldanan de ye. Lê belê bersiva yekane ya gelên hay ji hebûna xwe hene, wê kombûn û rêxistinbûyîna li eniya hevpar a demokratîk û azadbûyîn be.

Ji bo cîhanîbûyîna vê felsefeyê, ji bo tevger û jiyana Rêber Apo a di mercên azad de, em dibêjin azadiya Rêberê me azadiya gelên me ye. Azadiya Rêberê me azadiya jinan e û bang li hemû jinan dikin ku bi ruhê 15'ê Tebaxê li dora azadiya Rêberê me bicivin û jiyana azad ava bikin. Û em dibêjin; ji bo bêdawîbûna dema azadiyê, em hîn bêhtir xwe bi rêxistinb ikin, rêxistinbûyîna xwe biparêzin û kêliyên azad biafirînin."